Gerîlayê HPG'ê Merwan Şêxo li Heîlbronnê hate bîranîn
Gerîlayê HPG’ê Merwan Şêxo, ku li Zapê di êrîşa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê hate bîranîn.
Gerîlayê HPG’ê Merwan Şêxo, ku li Zapê di êrîşa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê hate bîranîn.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê, ji bo Gerîlayê HPG’ê Merwan Şêxo (Merwan Efrîn) ku di encama êrîşa dewleta Tirk de li Zapê jiyana xwe ji dest dabû merasîmeke bîranînê hate çêkirin.
Di merasîmê de ku ji hêla NCDK û KOMAW (Malbatên Şehîdan) ve hatibû organîzekirin, malbata Şêxo, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û nûnerên Meclîsa Jin a Sêvê Demir û bi sedan kes hazir bûn.
Li ser navê NCDK'ê Saît Ozturk axivî û got: "Xwedîderketina li şehîdan xwedî derketina li têkoşîna azadiyê ye ku di rêça wê de şehîd bûne."
BIRAYÊN WÎ BEHS KIRIN
Birayên Şêxo Xalit û Mehmûd behsa Şêxo kirin û wiha gotin:
"Malbata me soz daye ku rêka Rêber Apo de bimeşe. Merwan ji zaroktiyê ve pir ji hevalên xwe hez dikir. Li gel ku serkeftî jî bû nedixwest ku bixwîne û 2013’an ji bo ku bigihije xeyalên xwe, tevlî nav şervanên azadiyê bû. Piştî demekê ku li Rojava ma, derbasî Bakur bû û 31’ê Adara 2018’an tevlî nav karwanê şehîdan bû. Em bi şehîdbûna wî şanaz bû. Heke îro li vir bi sedan mirovên ku em wan nas nakin wî bi bîr tînin, ev ji bo me moraleke mezin e."
'BI OCALAN Û ŞEHÎDAN EM PIR XURT BÛN'
Nûnerê KOMAW’ê Lokman Cizîrî jî got, "Civaka Kurd a ku dihate xwestin qira wan were anîn bi Ocalan û şehîdan bû civakeke xurt."
Cizîrî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û Rojava şermezar kirin û bang li PDK’ê kir ku dawî li xiyaneta xwe bîne.
Li ser navê TJA-A’yê jî Delal Rûber axivî û got, civaka Kurd a bi şervanên fedaî xurt dibe wê azadiya xwe jî pêk bîne. Rûeber êrîşkariya Erdogan û hevkariya PDK'ê şermezar kir.