Gerîlayê HPG’ê Dehşet ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Dehşet ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Gerîlayê HPG’ê Dehşet ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Gerîlayê HPG'ê Ferdî Dehşet (Botan Hilvan) ku di sala 2007'an de li herêma Besta ya Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê hezaran kesan ve li Ceyhanê hat definkirin.
Gerîlayê HPG'ê Ferdi Dehşet (Botan Hilvan) ku di sala 2007'an de li Çoltara Besta ya Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê duh cenazeyê wî ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê wergirtin û anîn Edeneyê. Malbata gerîlayê HPG'ê Ferdi Dehşet, piştî duh anîn Edeneyê îşev li Navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hat hiştin û serêsibê anîn Taxa Altinok ya Navçeya Ceyhanê ku malbata wî lê ye. Berî ku cenaze bê definkirin bi hezaran kesan li Konê Sersaxiyê yê li taxê hat vekirin bi şevê nobet girtin. Bi sedan ciwanên ku heta serê sibê li dora ambulansa ku cenaze têde nobet girtin, piştî serê sibê cenaze birin Mizgefta Yavuz Sultan Selîm û wecîbeyên olî pêk anîn. Li ber mizgeftê li gel endam û rêveberên BDP'ê MEYA-DER, TUHA-DER, KURDİ-DER, YAKAY-DER, endamên meclisa jinan û ciwanan, Dayikên Aştiyêi, xwendekarên zanîngehê jî di navde bi hezaran kes kom bûn. Di merasimê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên HPG'ê Dehşet hatin vekirin. Dîsa alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin. Bi hezaran kesan piştî wecibeyên olî darbesta gerîlayê HPG'ê Dehşet danîn ser milê xwe û heta goristana Ceyhana Nû meşiyan. Jinan rengê sor, zer û kesk vekirin û bê navber lîrandin. Di meşê de polîsan rê li trafîkê girt û meşa girseyî berdewam kir. Bi hezaran kesên ku bi meş û maşîneyan hatin ber Goristana Ceyhana Nû ji maşîneyan daketin û tev li meşê bûn. Girsê li vir dîsa cenazeyê gerîlayê HPG'ê Dehşet danîn ser milê xwe û heta gorê meşiyan. Girsê di merasima cenaze de bê navber siloganên "Şehîd namirin" qerîyan.
Piştî definkirina cenaze rêz hat girtin û axaftin hatin kirin. Di merasimê de Hevserokê BDP'a Edeneyê Ugur Bayrak, axivî û diyar kir ku kurd li cenazeyê xwe xwedî derkevin. Girse piştî mersimê heta mala sersaxiyê ya ji bo Dehyet hatiye vekirin meşiyan.