Gerîlaya YJA Starê Bûlût hate bîranîn

Gerîlaya YJA Starê Bûlût li Hannoverê bi merasîmekê hate bîranîn.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, ji bo bîranîna gerîlaya YJA Starê Lutfiye Bûlût (Jînda Mêrdîn) merasîmek hate lidarxistin.

Bîranîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî û Komîsyona Malbatên Şehîdan ve li Navenda Çandê ya NAV-DEM'ê hate lidarxistin û bi qasî 60 kes tevlî bûn.

Dayik Bûlût li vê derê qala zarokatiya keça xwe kir.

Lutfiye Bûlût li navçeya Qoser a Mêrdînê, di 27'ê Kanûna 2015'an de heta fîşeka xwe ya dawî şer kiribû û jiyana xwe ji dest dabû.