Gerîla: Pêngava 15’ê Tebaxê bû ronahiya mirovahiyê

Pêngava 15'ê Tebaxê li Kurdistanê ji destpêkirina şerê çekdarî, heta roja îro bû çavkaniya berxwedanê. Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li hember dagirkeriyê berxwe didin sala 36’an a pêngava 15’ê Tebaxê nirxandin.

 

Pêngava 15’ê Tebaxê ku bi diruşmeya ‘Di jiyanê de azadî, di şer de serfirazî ’ rêya afirandina jiyana azad wek xeteke rizgariyê nîşan da, bû bingeha vejîna gelan. Bi hezaran keç û xortên Kurd di xeta fermandar Egîd de gerîlatiya serdema nû dijîn, bi ruhê Egîdan şerê rizgariyê dikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê di şopa fermandar Egîd de ruhê pêngava 15’ê Tebaxê nirxandin.

‘FERMANDAR EGÎD PÊŞENGÊ XETA AZADÎ Û RIZGARIYÊ YE’

Yek ji gerîlayên YJA Starê Arîn Cudî, di salvegera pêngava 15’ê Tebaxê de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û ji bo sekna milîtan a fermandar Egîd wiha axivî: ‘’Heval Egîd ji bo gelan pêşengtiyeke dîrokî kir û di meşa azadiyê de serdemekî nû da destpêkirin. Tenê ne milê şer de heman demê de pêşengtiya xeta azadiyê kir. Fermandar Egîd bû milîtanê Rêber Apo da ku zanebûna şoreşgertî û milîtaniya Apoyî ve şerê çekdarî bigihîne asta herî bihêz.Di roja îro de jî bi hezaran Egîd û Zîlan hene di xeta azadiyê de bi israr dimeşin. Heval Egîd ne tenê di warê leşkerî de, heman demê di xeta milîtaniya Apoyîî û îdeolojiya Rêber Apo de riya ber bi azadiyê ronî kir. Ji ber vê yekê 15’ê Tebaxê roja vejîna gelan e. Di rojeke wiha de serî rakirina li hember desthilatdariyê ji bo tevahiya gelan bû gavekî azadiyê.’’

Gerîla Arîn di dewama axaftinê xwe de bal kişand êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û biryardariya gerîlayên Kurdistanê wiha anî ziman: ‘‘Fermandar Egîd xeta jiyana azad nîşanî me da û di roja îro de jî xeta berxwedanê ji bo me esas e. Êrîşên dagirkeriyê di asta herî jor de berdewam dikin. Em gerîlayên Kurdistanê em ê hesêb ji dagirkeran bipirsin. Li ser xeta heval Egîd em ê pêşengtî ji vê serdemê re bikin. Zîhniyetên serdest li hember xeta me ya azadiyê bê çare mane ji ber vê yekê êrîşên xwe li ser pêşengên tevgera me zêdetir dikin herî dawî jî êrîşê heval Helmet kirin û fermandarê me ya bi nirx şehîd bû. Bi rastî ev yek hêrsa me zêdetir dike, dihêle ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike, soza xwe bidin, xurt bibin. Gerîla her sal di milê taktîk de pêş dikeve, bi taktîkên encamgir ve ji bo gihîştina serkeftinê bi biryar in. Em gerîlayên HPG û YJA Starê soz û biryardariya me, di teqtîkên dema nû de teqez xwegihandina serkeftinê ye. Wê serkeftin ya me be. Emê tola heval Helmet û heval Zekî li erdê nehêlin.’’

‘EM Ê RIHÊ FERMANDAR EGÎD Û HELMET BIJÎN Û BI SER BIKEVIN’

Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengtiya fermandar Egîd û rêhevalên wî ji bo gihandina jiyana azad bû nîşaneya kedkariya milîtanên PKK’ê. Yek ji gerîlayên YJA Starê Dorşîn Delal serkeftinên ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re hatine afirandin bibîr xist û dom kir; ‘’Bi teqandina fîşeka yekemîn re xeta berxwedanê heta roja îro serkeftinên mezin ava dike. Dijmin çiqasî êrîşên dijwar bike jî gerîlayên azadiyê bi serdikevin ji ber ku em ti carî xwe di cîhekî de sînordar nahêlin. Heval Helmet di encama êrîşên dagirkeriyê de şehîd bû. Bi ruhê fermandarên hêja Egîd, Zîlan, Helmet û hemû şehîdên me yên qehreman ve em ê her tim ruhê 15’ê Tebaxê bijîn û serbikevin. Bi şehîdên me yên qehreman re hêrsa me ya li hember dijmin zêdetir dibe, çiqasî êrîşên dijwar li ser gerîla pêş bikeve wê ewqasî bersivên xurt li hember dagirkeriyê were dayîn.’’

Gerîla Dorşîn di dewama axaftinê xwe de balê kişand şerê taybet ya ku dewleta Tirk dike û got: ‘’Dijmin bi taybetî şerê taybet bikar tîne lê belê zanebûna ku Serok Apo bi gerîlayên Kurdistanê re çêkiriye, hêzeke mezin çêdike. Ji bo jinên di nava têkoşîna azadiyê de cîh girtin ji bo min pir watedar e. Her ku bi ruhê fermandar Egîd re têkoşîna azadiyê bidin meşandin em ê bikaribin dijmin bin bixin û teqez serbikevin. Em gerîlayên YJA Starê, em ê tola heval Helmet li erdê nehêlin. Bila dijmin baş bizanibe, çiqasî asta êrîşkariyê li hember me dijwar dibe ji wê zêdetir hêrsa tolhildanê pêş dikeve. Em ê bi ruhê berxwedanê re serbikevin, tecrîta li ser Rêber Apo bişkînin. Carek din bi mebesta 15’ê Tebaxê soza serkeftinê nû dikin.’’

‘SERKEFTIN BI RIHÊ EGÎDAN E’

Pêngava 15’ê Tebaxê parastina hebûnê û pêkanîna jiyana azad e. Gerîlayên azadiyê ku li ser mîrateya berxwedanê têdikoşin li hember hêzên dagirker xakên Kurdistanê diparêzin. Yek ji gerîlayên YJA Starê Mîtra Ararat bal dikşîne hêza gerîlayên jin û wiha dibêje: ‘‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e. Bi pêşengtiya heval Egîd li hember dagirkeriyê fîşeka yekemîn hat teqandin û ruhê berxwedêr ya gelê Kurd ji nû ve zindî bû. Bi destpêkirina şerê çekdarî re gerîla artêşbûna xwe rêxistin kir û heta roja îro serkeftinên mezin afirandiye. Ruhê pêngava 15’ê Tebaxê hişt ku gelê Kurd hîşyar be, ji xwe bawer tevlî têkoşîna azadiyê bibe. Çalakiyên ku ji aliyê gerîlayên HPG û YJA Starê ve tên pêşxistin bi ruhê pêngava 15’ê Tebaxê bi hêz û serkeftî dibe. Şahadetê heval Helmet hêrsa me ya li hember dagirkeriyê hîn mezintir kir. Çalakiyên hîn encamgir em ê lidar bixin, dagirkeriyê têk bibin. Em gerîlayên YJA Starê em ê her tim di nava çalakiyan de bin û hesabê şahadetên rêhevalên xwe bipirsin. Em gerîlayên YJA Starê em bi îdda ne ku bi bilind kirina berxwedan û têkoşînê re em ê bigihîjin azadiya Rêber Apo û azadiya gelê xwe. Serkeftina gelê Kurd bi jiyana rihê Egîdan pêkan e.’’

‘’EM Ê BI GERÎLATIYA MODERN DI ŞOPA FERMANDAR EGÎD DE BI SER BIKEVIN’

Ev 36 sal in şerê çekdarî bênavber li hember hêzên dagirker li ser hîmê ruhê berxwedanê tê meşandin. Tevgera Azadiyê di bingeha ji nû ve avabûnê de bi awayekî pispor gerîlatiya modern pêş dixin. Yek ji gerîlayên HPG’ê Şoreş Kobanê, berxwedana gerîlayan û şerê ku tê meşandin wiha nirxand: ‘’Piştî berxwedana 14’ê Tîrmehê pêngava 15’ê Tebaxê bersiva herî bi hêz ya li hember serdestiyê bû. Destpêkirina şerê çekdarî bi fermandariya heval Egîd re heta roja îro bû bingeha serkeftinên mezin. Dibe ku dewleta Tirk li hember me şerekî bi teknîkê re bimeşînê lê em di bingeha gerîlatiya modern de hemû êrîşên dijmin pûç dikin. Gerîlayên modern bi afrînerî şerê azadiyê di şopa Egîdan de dewam dikin. Gelê Kurd bi hêviya azadiyê re xwedî li têkoşîna azadiyê derdikeve. Dijmin li hember hêza gerîla neçar dimîne lewra nikarin Tevgera me ya Azadiyê bi bin bixin. Ji ber ku ji xwe bawer nakin li hember hêza gerîla tirsekî mezin dijîn. Her ku em xwe pêşdixin ewqasî dijmin bêhêz dimîne. Bi ruhê 15’ê Tebaxê wek gerîlayên HPG’ê biryardariya me; bilind kirina berxwedanê, azadiya Serok Apo ye. Emê tola heval Helmet rakin û bigihîjin serkeftinê.’’