Gergerlîoglû: Niha ne ez, 90 hezar kesên deng danî min avêtin girtîgehê

Omer Farûq Gergerlîoglû yê HDP’yî ku dîmenê ji beriya bikeve girtîgehê parvekirî got, “Ez li girtîgehê bim jî ez wekîlê gelim. Emê teqez vegerin. Ti zordarek nikare me bisekinîne.”

Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Farûq Gergerlîoglû ku mafê wekîltiya wî ji aliyê AKP-MHP’ê ve hate xesbkirin, duh hate derb û destgîrkirin. Piştre jî ji bo tedaviyê ew rakirin Nexweşxaneya Bajarê Enqerê û li wê derê jî bi lez û bez ew rakirin û birin Girtegeha Bi Ewlekariya Bilind ya Tîpa F a Sîncanê. Gergerlîoglûyê HDP’yî li ser hesaba xwe ya twîtterê dîmenek ya dema beriya bikeve girtîgehê kişandibû weşand.

Gergerlîoglû di peyama xwe de radigihîne, “Ev dîmen ji beriya ku bikevim girtîgehê hatiye kişandin. Dema we ew temaşe kir, bi îhtîmala mezin ezê di girtîgehê de bim. Dixwazim wê bêjim; bi zordarî û hîlebaziyê ve xwestin wekaleta gel ji destê min bistînin. Li ser kaxezê girtin, lê ez ne ji wekîlên li ser kaxezanim. Ez ji wekîlên di dilê gel de me. Ezê li hemberî wê bê hiqûqiyê heya dawiyê têbikoşim. Her kes vê yekê bizane, ji ber ku gel emanetek da me. Nêzîkatiyên li hemberî me hat kirin, li hemberî gel hatiye kirin. Niha ne ez, 90 hezar kes avtine girtîgehê. Heta bêmafiyek herî mezin li 83 mîlyon mirovî ku min wekalet ji wan girtî hatiye kirin û ew û vîna wan hatiye hepskirin. Min li Kocaelî’yê ji 90 hezar kesî deng stand, lê ez bûm wekîlê 83 mîlyonan û ezê wê jî bidomînim.

Ti xesb û dizî wê nekaribe vê ji destê me bistîne. Ti hêz wê nekaribin hêviya aştiyê ya gelên Tirkiyê tune bike. Em ê dîsa bêjin mafê mirovan. Em bêjin ‘Qirkirina li ser KHK’iyan tê kirin bisekine’.  Emê bêjin ‘Revandina mirovan, êşkence û herî dawî jî lêgerîna tazî û nêzîkatiyên din ên kirêt bisekine’. Emê dest ji van axaftinên xwe bernedin. Ez li girtîgehê bim jî ez wekîlê gel im. Wekîlbûyîn tenê di meclîsê de nayê kirin. Wekîlbûyîn di dilê gel de tê kirin, ez vê pir baş dizanim. Ez dizanim ku min duaya her kesê ji her kesimên vî gelî standiye. Emê teqez vegerin. Ti zordarek nikare me bisekinîne.”