Gergerlîoglû ji nexweşxaneyê revandin birin Girtîgeha Sîncanê
Parlementerê HDP’e Omer Farûk Gergerlîoglû ji nexweşxaneyê hate revandin û bêyî ku haya kesî pê bixin, ew birin Girtîgeha Sîncanê.
Parlementerê HDP’e Omer Farûk Gergerlîoglû ji nexweşxaneyê hate revandin û bêyî ku haya kesî pê bixin, ew birin Girtîgeha Sîncanê.
Parlementer Omer Faruk Gergerlîoglû yê ku parlementeriya wî hate desteserkiri û ew bi êşkenceyê destgîr kiribûn, şandin Girtîgeha Sîncanê. Li gorî agahiyên ku parlementerê HDP’ê Abdûllah Koç da, tedawiya Gergerlîoglû di nîvî de hate qutkirin û Gergerlîoglû birine Girtîgeha Sîncanê.
Kurê Gergerlîoglû, Salih Gergerlîoglû jî got ku “Bi mîzansenekê bavê min ji girtîgehê revandin.”
JI NEXWEŞXANÊ HATE REVANDIN
Heyeta HDP’ê li nexweşxaneyê çû serdana Gergerlîoglû lê derbarê tendirustiya wî nikaribû tu agahiyan werbigire.
Amîrê Îdareya Meclîsê Mahmût Togrûl diyar kiribû ku Gergerlîoglû ji nexweşxaneyê hatiye revandin û ew nizanin ku Gergerlîoglû birine ku derê.