Ger çapemeniya tirk li Qendîlê be, darizandina rojnamegeran bê wate ye!

Ger çapemeniya tirk li Qendîlê be, darizandina rojnamegeran bê wate ye!

Parêzer Epozdemîr, diyar kir ku  roja pêncşemê civîna çapemeniyê ya li Qendîlê ji aliyê AA’yê ve jî hatiye şopandin û got: “Dema mirov li tabloya duh dinêrin, niha darizandina rojnamegeran a li vir ne rast e.”

Danişîna Doza “Çapmeniyê ya KCK’ê” ku 26 jê girtî 46 rojnamger tên darizandin li Sîlîvriyê dest pê kir.  danişîna  ji aliyê  15’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ve pêk tê, hemû rojnamger û  12 yên ne girtî û parêzerên wan tevli bûn.

Parêzer Firat Epozdemîr  balkişand ser civîna çapemeniyê ya li Qendîlê û diyar kir ku  ji 100’î zêdetir rojanmegerên tirk li wir bûn û got: “Di nava wan de Ajansa  Anatolya jî hebû. Dema mirov li tabloya duh dinêrin, darizandina van rojnamegeran ne mumkun e.”

Epozdemîr denîşan kir ku rojnameyên Sabah, Yenî Şafak, Haber Turkê civîna çapemeniyê birin manşetê xwe û got: “Yên ku ev dikin ne suce. Lê  nûçeya derbarê daxuyaniyê ya Ozgur Gundemê dibe ku çend meh pişt re bibe sûc.

Di îdianameyê de DÎHA û Belavkariya Firatê ku wek îlegal tê nîşandan, Epozdemîr belgeyên ku  van saziyan ji SGK, Wezareta Maliyeyê û her wiha peymanên bi Telekom û GSM’ê re jî pêşkêşî dadgehê kir.  Epozdemîr anî zimain ku ger saziyeke derveyê qanûnê be çima dewlet jê bacê digire.

Epozdemîr got bi nûçeyên muvekîlên wî tê îdia kirin ku ‘hestên kîn û nefretê tahrîk dibe’ û got: “Lê rojnameya Starê sernafê ‘Waliyê KERKurt’, rojnameya Sozcu ‘Şehîd li virin, xayîn li meclisêne’ bikaranîn.  Gelo dozger der barê kîjanê de lêpirsîn da destpêkirin? Ma ev tên wateya çi? Nayên wateya kîn û nefretê?  Di yek nûçeyeke muvekîlên min de kîn û nefret tune. dijminahî tune.  lê ligel vê sûcdar hatine dîtin.”

Danişîn bi parastina parêzeran didome.