Gelo veger li operasyonên KCK’ê heye?
Gelo veger li operasyonên KCK’ê heye?
Gelo veger li operasyonên KCK’ê heye?
Reforma ewlehiya hundir a di bi navê ‘azadî-ewlehî’ ya rejîma AKP’ê, dewleta polîsbûnê zêdetir pêş dixe û di hefteyên dawî de furyaya binçavkirin û girtinên yên wek sala 2009’an hatiye destpêkirin.
Piştî protestoyên Kobanê rejîma AKP’ê reforma ewlehiya hundir anî rojevê û ev yek ji aliyê parêzvanên mafê mirovan ve rastî rexneyên tund hat. Piştî ev reform bên qebûlkirin şûnde fikara ku wê muxalîf zêdetir bikevin bin tehdîdê zêdetir dibe. Hikûmet jî îdîa dike ku bi refroma ewlehiyê wê ‘maf û azadiyan bikin ewlehiyê’.
Di hefteyên dawiyê de girtin û binçavkirinên pêk tên fikran zêde dike. Wezîrê Karên Hudnir Efkan Ala di 10'ê Cotmehê de daxuyaniyek da û li gorî daxuyaniya wî di 7-10'ê Cotmehê de 1024 kes hatine binçavkirin û 58 jî hatine girtin. Di rojên dawî de hema hema her roj binçavkirin û girtin pêk tên. Li gelek bajaran jî hê rewşa awarte heye. Ev geşedanan operasyonên KCK’ê yên 2009’an tîne hişê mirovan.
30'ê Adara 2009’an de piştî hilbijartinan ku DTP’ê jî serkeftineke gelek mezin bidest xist û 100 şaredarî qezenc kir şûnde Tirkiye ket demek nû. Du hefte şûnde bi tevgera gerîlayan re agirbesteke yek alî hat îmzekirin. Li ser vê agirbestê 24 saet derbas nebû yanî di 13’ê Nîsanê de li seranserê Tirkiyeyê operasyon hat destpêkirin.
Bi îdîaya ku KCK’î de di nav de cîgirên DTP’ê jî hene 72 kes hatin binçavkirin. Ji van 52 kes hatin girtin û DTP jî di 2009’an de hat girtin.
Li gorî rapora rêxistinên mafê mirovan di navbera 2009-2010’an de di operasyonên KCK’ê de herî kêm 168 kes hatine binçavkirin û 603 jî hatine girtin.
Di heman demê de di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêvajoyeke bi navê ‘hevdîtinên Osloyê’ hebû. Li aliyekî hevdîtin dihatin kirin û li aliyê din jî operasyonan berdewam dikir.
Hevdîtinên dewletê ya bi KCK û Ocalan re heta hilbijartinên giştî yê Hezîrana 2011’an berdewam kir. Piştî hilbijartinan dewlet ket tevgerê. AKP’ê têkiliya xwe hevdîtinê Osloyê qut kir. Ocalan tam hat tecrîdkirin. Parêzer nikarîbûn biçin Îmraliyê.
Alozî zêdetir bû. Bi hezaran kes di serdegirtinên hevdem de hatin girtin. Piştî DTP hat girtin BDP’ê vê carê hedef hat girtin .Di 4’ê Cotmehê, 23’ê Mijdar û 3’ê Kanûna 2011’an de li dijî BDP’ê operasyon pêk hatin û herî kêm 366 kes hatin binçavkirin.
Heman salê di 20’ê Kanûnê de vê carê rojnameger hedef hatin girtin. Di dîroka komara Tirk de cara yekem operasoneke wisa li dijî çapemeniyê pêk hat. Di rojekê de 46 rojnameger hatin binçavkirin û piranî hatin girtin.
Operasyona di 2009’an de destpê kir roj bi roj zêdetir bû. Şaredar, parlamenter, rojnameger, sendîkavan, akademîsyen, parêzvanên mafê mirovan, xwendekar û zarok xistin girtîgehan.
Li gorî raporên rêxistinên mafê mirovan di navbera 2009-2011’an de 27 hezar û 503 kes hatin binçavkirin û ji van 6 hezar û 444 kes hatine girtin. Hat gotin ku herî zêde jî di sala 2011’an de kes hatin binçavkirin û girtin û ji van 12 hezar û 600 kes hatin binçavkirin
Gerîla di Nîsana 2009’an de agirbest îlan kir û ev heta navîna 2011’an berdewam kir. Lê di encama hewldanan de Erdogan de agirbest piştî hilbijartinan bi dawî bû. Pevçûna yekem a bi şîdet di 14’ê Tîrmehê de hat. Li Farqînê li dijî gerîlayan operasyon pêk hat û 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest da. Li bajar li dijî Kurd û aliyên muxalîf operasyon hat destpêkirin.
Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên şer yên Tirk li navçeya Qilaban a Şirnexê gundê Roboskê hedef girt û 34 zarok qetil kirin. Wê zivistanê li dijî sivîl, siyasetmedar û gerîlayan zextan berdewam kir. Di bihara 2012’an de hamleyeke herî mezin hat destpêkirin. Gerîlayan hamleya ‘lêxe bimîne’ pêk anîn.
Ev kampanyaya zextan heta 30’ê Adara 2013’an berdewam kir.