Nîqaşên li ser koordînatên 5 pêşmergeyên roja 24'ê Nîsanê li Şengalê di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de hatin kuştin, dewam dikin. Di gotareke rojnameya Rojeva Medya de, ku bi navê Mihyedîn Melko hate weşandin, îdîayên tirsnak hatin parvekirin.
'BI ZANEBÛN CIHÊ PÊŞMERGEYAN NÎŞANÎ ARTÊŞA TIRK DA'
Di gotara bi sernavê "Kê cihê pêşmergeyan nîşanî balafirên şer ên Tirk da?" de hat destnîşankirin, ku koordînata cihê 5 pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dan, yekser ji aliyê Serokwezîrê Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî ve ji dewleta Tirk re hatiey dayîn û bi vî rengî xwestiye kampanya reşkirina PKK'ê bide destpêkirin. Melko di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser bêdengiya rêveberiya PDK'ê.
'BI BÊDENGMAYÎNÊ QEBÛL DIKIN'
Melko agahiyên gihîştin ber destê xwe dispêre çavkaniyekî nêzî PDK'ê û vê dinivîsîne: "Em baş dizanin ku şêwirmend û cîgirên Barzanî çapemeniya kurd baş dişopînin. Her wiha sazî û dezgehên çapemeniyê yên girêdayî wî hema demildest bersivê didin hemû îdiayên der barê Nêçîrvan Barzanî de. Lê pir balkêş e ku vê carê ketin nav bêdengiyeke kûr. Guh û çavên xwe ji vê rezaleta ku di çapemeniya kurd de hat belavkirin re girtine. Ji wan ve heke ew li ser vê mijarê neaxivin û çapemeniya wan behsa vê agahiya pir cîdî neke, wê xelkê kurd jî nebihîze û ji bîr bike.
Nexêr, ev ne cara yekê ye ku PDK û Barzanî hevkariyê li gel neyarên gelê kurd dikin û xwîna şoreşgerên kurd dirijînin. Rola neyînî û bêyom a Barzanî û PDK’ê ya di şoreşa Kurdistanê de her ku diçe mezintir dibe. Ji aliyekê ve bi dijberiya xwe ya yekitiya hêzên siyasî yên kurd pêşî li azadbûna Kurdistanê digire, li aliyê din jî mil dide dewleta dagirker a AKP’ê ku neyartiya kurdan dike. Tevî vê yekê jî behsa serxwebûna Kurdistanê dike û dixwaze xelkê bixapîne. Ji sala 1992’yan ve li Başûr li ser desthilatdariyê ye û tu sazûmanî ji bo Kurdistanê pêk neanîne. Hemû sazî û derfet di xizmeta xanedana barzaniyan de ne.
Kî PDK’ê rexne bike û teşhîr bike, çi siyasetmedar çi jî rojnamevan be, yan tê girtin, an jî tê kuştin. Bi sedan kesên tarî û qirêj ji xwe re kirine tetikkêş. Li şûna ku yekitiya kurdan biparêze, hêzên siyasî yên muxalîf wek dost bibîne û li wan guhdarî bike, milê xwe daye AKP’ê û dewleta tirk a dagirker û qedera xwe pê re kiriye yek. Têkoşîna rizgariyê ya gelê kurd di bazara di navbera Barzanî û Tirkiyeyê de bûye mijara firotin û kirînê. Gelo mimkun e ku hêzeke wisa bikare Kurdistana Serbixwe ava bike?"