Gelo navbera Hewlêr û Enqreyê vedibe?

Gelo navbera Hewlêr û Enqreyê vedibe?

Serokê dîwana Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê Dr. Fuad Huseyîn da zanîn ku li dijî DAIŞ’ê  ji Enqereyê alîkarî xwestne lê ji ber ku piştgirî bo wan nehatiye ‘şikyane’ û wiha got: “Emê ji ber helwsta Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞ’ê têkiliyên xwe li ber çavan derbas bikin.

Têkiliyê navbera Enqere û Hewlêrê di salên dawî de pir zêde bibû. Ev di meha Gulanê de gihişt asteke nû û Enqereyê petrola Kurd di bazara navneteweyî de firot.

Lê piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Şengal û Başûrê Kurdistanê nêzîkatiya Enqreyê ji aliyê Başûrê Kurditsanê ve hate lêpirsînkirin.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Federal a Kurdistanê Dr.Fuat Huseyîn ji Rudawê re axivî û da diyar kir ku Eneqereyê li dijî DAIŞ’ê piştgirî nedaye Hewlêrê û Enqere rexne kir ku Tirkiyeyê piştgiriya pêwist nedaye wan.

Huseyîn got: “Me rojên zehmet kişandin. Amerîka hat lê Tirkyeyê tiştek nekir. Me alîkarî xwest. Lê dîsa jî hat. Em ji ber vê helwetsta Tirkiyeyê dê têkiliya xwe li ber çavan derbas bikin.

Divê em vê helwesta Tirkiyeyê li ber çavan derbas bikin. divê têkiliyên me wisa bûna. Mesut Barzanî ji ber helwesta wan ya dawî gelek şikestiye. Barzanî serokê vê herêmê ye. Kurd hemû ji Tirkiyeyê nerehetin.  Barzanî dê çawa rehet be?Tirkiyeyê PKK hincet nîşan da û di mijar çek dayîna peşmergeyan de li dij derket.”