Gelo dê vê carê gefên 'Ewropa' yên Erdogan bi kêrî tiştekê bên?
Gelo dê vê carê gefên 'Ewropa' yên Erdogan bi kêrî tiştekê bên?
Gelo dê vê carê gefên 'Ewropa' yên Erdogan bi kêrî tiştekê bên?
Li aliyeyê daxuyaniyên derbarê krîza li Sûriyeyê û xurtkirina hevkariya borî, li aliyekê endamtiya xetimî ya Ewropayê, li aliyeke din gotinên ji bo têkoşîna hevpar a li dijî PKK’ê û gefên Erdogana ên ku hedê xwe derbas dikin. Serokwezîra Alman Angela Merkel îro dê biçe Enqereyê û peyamên germ ji Enqereyê re rabigihîne. Lê Erdogan bi biryar e ku hemû kartên xwe bi kar bîne.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan her tim van heqaretan dike. Erdogan di serdana xwe ya Almanyayê de ji 3 milyon hemwelatiyên Tirkiyeyê yên li Almanyayê re got ‘Pêşî Tirkî hîn bibin”, piştre jî dersa “asîmlasyonê” da Berlînê, weqfên Alman bi sîxûrtiyê tawanbar kir, di serî de Berlîn û Parîsê hemû hukûmetên Ewropayê bi “destekkirina terorê” tawanbar dike.
Erdoganê ku têkilarê Komkujiya Parîsê ya ku 9’ê çileyê li Parîsê pêk hat û di encamê de sê jinên Kurd ên siyasetmeda Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan gotibû “Me wana xwestibû, lê Franseyê neda, piştre ev bûyer çêbû. Bûyerên wiha dibe li Almanyayê jî çêbibin”, roja 25’ê çileyê gef li Yekitiya Ewropayê xwar û gotibû: “YE em ji bîr kirine, lê şerm dike ji me re bêje. Li şûna ku me mijûl bikin, bila bi aşkereyî bêjin. Da ku em jî karê xwe bikin. Min ji Putîn re got ‘me bixin nava Yekitiya Şangayê’. Em ê xatirê ji YE’yê bixwazin û vebiqetin. Ma çi wateya evqas mijûlkirinê heye?”
Erdoganê ku hevkarê stratejîk ê herêmê yê DYA û Ewropayê, bi rastî jî baş dizane ku gelek zor e ku Tirkiye bikeve Rêxistina Hevkariyê ya Şanghayê. Pêncika Şanghay, sala 1996’ê bi beşdariya welatên Çîn, Rûsya, Qezekistan, Qirgizîstan û Tacikistan hate vakirin. Sala 2001 Ozbekîstan jî tevlî bû û hejmara wan bû 6. Li gorî çavdêran li şûna hevkariya aborî û siyasî, ev hevkariyeke ewlekarî ya di bin çavdêriya Çîn û Rûsyayê de ye.
XEWNA YE’YÊ
Piştî van daxuyaniyên Erdogan li ser hev ji eniya Ewropayê daxuyaniyên “nermbûnê” hatin. Xewna YE’yê ya ku ji ber krîza Euroyê, binpêkirinên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê û karneya azadiya ramanê yên li Tirkiyeyê, hatibû jibîrkirin, ji nû ve gûr bû. Maratona YE’yê ku sala 2005’ê dest pê kir, ji 35 muzakereyan tenê 13 sernav hatin aşkerekirin û evane jî tenê bi sernavên “zanîst û lêkolîn” hatin binavkirin. Hema bêje Enqereyê di van salên dawiyê de bi qasî bejna liba gennim pêngavek neavêtiye, hukûmeta Parîsê jî rojên borî bloka li pêşiya fasleya “polîtîkaya herêmî” rakir.
Serokwezîra Alman Angela Merkel ku bi salane li şûna teza endamtiyê, teza “hevkariya bi îmtiyaz” diparêze dê îro biçe serdana Tirkiyeyêk. Beriya serdana xwe, roja şemiyê ev peyam da: “Her çendî gumanên min berdewam in jî lê min erê kir ku pêvajoya muzakereyan bidome. Em muzakereyan didomînin. Hinek rawestiya, ji bo pêşdetir biçe ez alîgirê wê yekê me ku pêşî lê bê vekirin."
Merkelê da zanîn ku ew ê van nêrînên xwe ji hukûmeta Tirk re rabigihîne. Her wiha tê payin ku mijara Sûriyeyê jî were rojevê. Merkela ku dibêje divê pirsgirêka Sûriyeyê bi rêbazên siyasî çareser bibe, îdîa dike ku NATO ji bo ewlekariya sînorê Tirkiyeyê tevkariyê dike.
BILA KURD NEBIN QÛRBAN
Ev daxuyaniyên Merkelê di çapemeniya Alman de bi sernûçeyên “Merkel hêviyê dide Tirkan”, “Merkel dixwaze muzakere bidomin”, “Wezîrê Derve Westerwelle pêvajoya YE’yê dilezîne, Merkel hêdî dike” bi kar anî. Lê ev serdana Merkelê siyasetmedarên Kurd dixe nava fikaran. Parlementerê berê yê eyaleta NRW’yê û siyastmedar Alî Atalan vê serdana Merkelê nirxand û got: “Ger Almanya di mijara pirsgirêka Kurd û mafê mirovan de tawizê bide û vana bike qûrbanê berjewendiyên aborî, ev yek dê bibe bêberpirsyartiyeke mezin a polîtîk.”
Atalan da zanîn ku ew nikarin vê serdana Merkelê ya ku di demek de tê gotûbêjkirin ku dê pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyane çareser bibe û rojên bi tevger li herêmê diqewimin, weke serdaneke ji rêzê binirxînin û got:
"Serokwezîrê Tirk gazincan ji welatên Ewropayê dike ka çima ew siyasetmedarên Kurd radestê Tirkiyeyê nakin, rexne dike ka çima çavkaniya fînansî ya tevgera Kurd nehatiye tunekirin û tevgera Kurdan dikare xwe bi rehetî rêxistin bike. Her wiha, di demek de ku krîza aborî ya YE’yê heye endamtiya tam tîne rojevê û ji vê yekê keys digire û rexneyên tund li Franse û Almanyayê dike. Her wiha endamtiya Pêncika Şanghayê li dijî YE’yê blofê dike.
Ger pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk û aşitiyane çareser bibe, dê ev yek aramî û ewlehiya Almanyayê jî xurtir bike. Dibe ku Kurdan her tim di dîrokê de kiribin mijara firotin û bazarê. Lê divê neyê jibîrkirin ku îro Kurd li Rojhilata Navîn bûne xwestî rêxistinbûneke hemdem û demkratîk. Kurd êdî bûne aktorek. Divê welatên rojava vê yekê bibînin û rast bixwînin.”