Gelo çawişê pispor ê Tirk bû 'bombeyê zindî' yê DAIŞ'ê?
Piştî eşkerebûna desteka AKP/Qesrê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê, niha jî agahî hatin bidestxistin, ku leşkerên Tirk jî tevlî nava çeteyan bûne.
Piştî eşkerebûna desteka AKP/Qesrê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê, niha jî agahî hatin bidestxistin, ku leşkerên Tirk jî tevlî nava çeteyan bûne.
Hat ragihandin, Çawişê Pispor ê artêşa Tirk ê li Geverê wezîfe dikir H.K. weke 'bombeyê zindî' tevlî DAIŞ'ê bûye.
Piştî eşkerebûna desteka AKP/Qesrê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê, niha jî agahî hatin bidestxistin, ku leşkerên Tirk jî tevlî nava çeteyan bûne.
Li gorî belgeyên îstixbaratê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Enqereyê, Çawişê Pispor ê Komando H.K. ê heta Hezîrana 2015'an li Fermandariya Tûgaya Komando û Çiyê ya Oremarê ya Geverê wezîfedar bû, ji nişka ve ji holê winda bû. Hevjîna wî Semahat K. serlêdana 'winda ye' kir.
Semahat K. di serlêdanê de got, hevserê wî rapora 2 mehan stendiye, hatiye mala xwe ya li Enqereyê, piştî dema raporê qediya di 19'ê Hezîrana 2015'an de ji bo tevlî yekîneya xwe bibe ji aliyê malbatê ve ew birine Balafirgeha Esenbogayê û ji hingî ve agahî jê nayê girtin.
NIVÎSA WÎ DERKET HOLÊ
Piştî serlêdanê, di belgeyên emniyetê de ku weke 'şexsê winda yê bi wesfa terorê' li çawişê pispr H.K. hat gerîn de, cih ji hin nivîsên H.K re hat veqetandin. H.K bi rêya Whatsappê ji xwişka xwe re gotiye ew ê tolê hilîne, canê wî naşewite, xwîna wî narije. Her wiha jê re nivîsandiye çalakiya wî ya tolhildanê wê di televîzyonê ji aliyê her kesî ve bê bihîstin
Di belgeya emniyetê de tê gotin, "Dibe ku şexs ji bo tevlî kampên rêxistina terorê û komên radîkal ên li herêmên şer ên Sûriyeyê bibe çû be/biçe Sûriyeyê, her wiha dibe ku H.K. di nava lêgerîna çalakiyê de ye."