Gelo 200 milyon Euro yê ji Elmanyayê şandin Tirkiyeyê pereyê DAÎŞ'ê bû?

Piştî ku DYE kete pey şîrketên veguhastina pereyan ên li Tirkiyeyê û hevkariyê bi DAÎŞ'ê re dikin, di heman demê de polîsên Elman li dijî şebekeyeke sûc a ku bi rêbaza sîstema 'Hawala' 200 milyon Euro pere ji Tirkiyeyê re dişand dest bi operasyonê kir.

Bi fermana Dozgeriya Dusseldorfê polîsên Elman doh kete nava liv û tevgerê û avêtin ser 62 mal û şîrketan. Operasyon li eyaletên Nordrheîn Westfalen, Baden Wûrttemberg, Hessen, Hambûrg û Berlînê pêk hat û li gelek dikanên zêran difiroşin û şîrketên veguhastina pereyan lêgerîn hate kirin. Di operasyonê de ku hate ragihandin li dijî çeteyeke sûc a li qada navneteweyî dixebite hate kirin der barê 6 ji 27 gumanbaran de biryara girtinê hate wergirtin.

Lîderê çeteyê ku bazirganiya metalan dikr li Dûîsbûrgê hate girtin. Beşeke operasyonê jî li Hollandayê hate kirin. Hate ragihandin ku çeteyê di ser "navbeynkaran" bi rêbazeke dişibe sîstema "Hawala" herî kêm 200 milyon Euro pere ji Tirkiyeyê re hatiye veguhastin. Di serdegirtinan de polîsan bi taybetî dan pey kesên ku pere gihîştine wan, lewma dest danîn ser kompûter û dokûmanan.

OPERASYONA KU PIŞTÎ BIRYARA DYE'YÊ DEST PÊ KIR

Sîstema "Hawala" ku rêxistinên terorê yên El Qaîde û DAÎŞ bi giranî bi kar tînin, demeke li DYE'yê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên navneteweyî ve dihate şopandin. Ev rêbaza ku li Elmanyayê jî li derveyî qanûnan tê qebûlkirin, tevî ku demeke dirêj dihate zanîn piştî ku DYE'yê der barê du şîrketên Tirk ên karê veguhastina pereyan dikir biryara pêkanînê wergirt, operasyonê dest pê kir.

Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê li dijî şîrketên Îsmaîl û Ahmet Bayaltûn ku hevkarî bi çeteyên DAÎŞ'ê re dikin û şîrketên Sahloûl Money Exchange Company û Al Sûltan Money Transfer Company biryara pêkanînan wergirt.

Rayedarên Emerîkî ragihandibûn ku wan tespît kirine şîrketa Bayaltûn a Ofîs Kontrol ya Malên Biyanî (OFAC) li Sûriye, Tirkiye, welatên tengavê û Ewropayê kar dikir û ji bo DAÎŞ'ê di mijara malî û lojîstîk de piştgiriyeke xurt ji DAÎŞ'ê re kir. Li gorî lêkolîna ANF'ê di ser Al Sûltan Money Transfer Company a li Qûweytê ji Elmanyayê jî pere dikare bê veguhastin.

DAÎŞ ÇIMA SÎSTEMA 'HAWALA' BI KAR TÎNE?

Sîstema 'Hawala' ku yekîneyên ewlekariyê yên li Elmanyayê û Wezareta Xezîneyê ya DYE'yê bi pey ketin û ji aliyê şîrketên Tirk û Ereb vê tê bikaranîn, destpêkê piştî êrişa dijî Charlîe Hebdo ketibû rojevê. Saîd û Şerîf Koûachî yên ku di, 7'ê Çileya 2015'an de avêtin ser avahiya kovara mîzahê Charlîe Hebdo 12 kes qetil kiribûn ku 8 ji wan rojnamevan bûn.

Yekîneyên DYE û Îngiliz tespît kiribûn ku beriya êrişê 20 hezar Dolar pere bi sîstema 'Hawala' ji bo Şerîf Koûachî re hatiye şandin. Çeteyên DAÎŞ'ê jî lêçûnên xwe yên ji bo êrişên terorê bi vê sîstemê dikir ji ber ku bi lez û li derveyî qeydkirinê dikir. Ev sîstema li derveyî sîstema fînansî ya global navê xwe ji gotina 'hawale' ya Erebî tê. Di vê sîstemê de navbeynkar ji şirîkê xwe yê li welatekî cuda re ragihîne ku wî wergirtiye, ew jî heman rêjeyê radestî kesên ku divê bide dike.

DAÎŞ'Ê PEREYÊ XWE LI TIRKIYEYÊ BI 'HAWALA' ŞAND

Çeteyên DAÎŞ'ê bi sîstema 'Hawala' ji Samsûnê pere ji lîderên xwe yên li Iraqê û Sûriyeyê re şandibûn. Kovara The Economîst di hejmara xwe ya Sibatê de ragihandibû ku DAÎŞ'ê pereyê xwe beriya hilweşandina 'xelîfetiyê' ji Iraqê û Sûriyeyê bi rêbaza 'Hawala' şand Tirkiyeyê. Di heman nûçeyê de hate ragihandin ku pereyê DAÎŞ'ê 400 milyon Dolare û bi piraniya vî pereyî jî li Tirkiyeyê zêr hatiye kirin.