Gelek girtî li Mêrdînê hatin sirgûnkirin
Gelek girtî ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo girtîgehên din hatin sirgûnkirin.
Gelek girtî ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji bo girtîgehên din hatin sirgûnkirin.
Rayedarên Tirk hinceta sirgûnan jî weke nebûna kapasîteya pêwîst a li girtîgehan û belavbûna şewba koronayê nîşan da.
Nehate zanîn bê ka çiqas girtî hatine sirgûnkirin. Navê hinek ên hatin zanîn wiha ne: Mehmet Başatlioglû, Cengîz Yûsûfoglû, Mehmet Çevîrmen, Mehmet Ektîren û Hasan Aslan.