Gelê Wanê: Kilîda çareseriyê ramanên Ocalan e

Welatiyên Wanê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bertekên xwe anîn ziman û dest nîşan kirin ku Ocalan ji bo avakirina aştiyê û çareseriyê şansek mezin e û gotin, kilîda çareseriyê Ocalan e.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Heyeta Îmraliyê jî 5'ê Nîsana 2015’an û virde nikarin biçim Îmraliyê. Malbata Ocalan jî ji 11'ê Îlona 2016’an û vir ve nikarin bi Ocalan re hevditin bikin. Heyeta Komîteya Astengkirina Îşkence ya Konseya Ewropa (CPT) jî 7 meh berê çû Îmraliyê û vegeriya. Lê heta niha der barê ziyareta xwe de rapor aşkere nekiriye. Welatiyên Wanê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û diyar kirin tecrîd li ser tevahiya gelên Rohilata Navîn tê meşandin.

‘TECRÎD LI SER GELAN TÊ MEŞANDIN’

Okkêş Kava (36) diyar kir ku dewleta Tirkiyeyê di tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd de hemû qanûnên xwe binpê kiriye û wiha axivî: “Ji sala 2011' an û vir de li ser Rêber Apo tecrîdeke bê qanûnî û hiqûqî tê meşandin. Dewleta Tirkîyeyê di vê tecrîdê da qanûn û mekezagonên xwe binpê dike. Ji bo têkiliya gelên Kurdistanê û Rêber Apo ji hev qut bike, hemû lîstikên xwe yên qirêj xistiye dewrê û tecrîdê giran dikin. Bi ti awayî destûr nayê dayîn ku parêzer, malbat û heyeta Îmraliyê biçin greva Îmraliyê û hevdîtinê bi rêberê me re pêk bînin. Dîsan hemû mafên telefon û nameyan hatiye birîn. Tecrîda li ser Rêber Apo li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn e û mafên gelan ji destê wan tê girtin. Gelê Kurd ê bi salan e di komkujiyan re derbaz dibe, bi tecrîdê mafê wan ji destê wan tê girtin. Dixwazin bi tecrîdê têkiliya bi Rêber Apo û civakê re qut bikin.”

 ‘RAMANÊN OCALAN RIYÊN ARAMIYÊ VEDIKE’

Kava da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fikir û ramanên xwe bi milyonan mirov azad kiriye û wiha pê de çû: “Li Rojhilata Navîn şerekî kûr û qirêj tê meşandin. Tenê Rêber Apo dikare vî şerî rawestîne, bi ramanên xwe riyên aramiyê veke û dawî li çerxa kaptalîzmê bîne. Her kes baş dizane heta projeyên Rêber Apo yên Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk di Rojhilata Navîn de neyê rûniştandin û nekeve meryetê, kaosa li Rohilata Navîn dawî nabe.”

 ‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN JINAN QELS BIKIN’

Jina bi navê Behîca Abî jî anî ziman dê jin bi ruhê berxwedanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkîne û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin suçê mirovahiyê. Dewlet bi tecrîdê dixwaze dengê hemû jinan qut bike û dawî li xebata jinan bide. Ji ber ku Rêber Apo di hemû têkoşîna xwe de nirx û kedek mezin dide jinan. Dixwazin bi tecrîdê xebatên jinan qels bikin, lê belê berovajiyê vê jin li rêberê xwe xwedî derdikevin  û dê tecrîdê bişkênin. Ramanên Rêber Apo kilîda aştiyê ya gelên Rojhilata Navîn e. Li Tirkiyê dema ramanên Ocalan dikevin dewrê ruyê biharê derdikeve û aştî li Tirkiyeyê tê axaftin.”

 ‘EM BI FIKAR IN’

Welatiyê bi navê Ecevît Kûş  (42) bi bîrxist ku ji sala 1999’an û vir de dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye girtin û vir de tecrîd bê navber didome. Kûş destnîşan kir ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve jî ti parêzerên Ocalan nikarin hevdîtinê pêkbînin û ev tişt rêz kirin: “Em weke gelê Kurd ji tenduristî û jiyana Rêber Apo bi fikir in. Em dixwazin ji rewşa Rêber Apo agahiyek zelal wergirin. Rêber Apo xeta gelan ya sor e, divê demildest em agahiyê ji rêberê xwe bigin. Heger tecrîd rabe wê aramiyek were welat û dê dawî li van rojên tarî were. Em weke Kurdên Bakurê Kurdistanê bi fikar dijîn û dixwazin demildest agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bistînin.”

‘MAF Û HIQÛQ TÊNE BINPÊKIRIN’

Dayika bi navê Kewê Işik (56) jî anî ziman ku di şexsê Rêber Apo de tecrîd li ser tevahiya mirovahiyê tê  meşandin û ev tişt got: “Tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin, zilim û heqarete. Li seranserî cîhanê her kes li dijî vê cetrîdê derdikeve û dixwaze rojekî ji rojekê zûtir tecrîd rabe. Tecrîd li ser Rêberê Gelan nayê meşandin, tecrîd suçê mirovahiyê ye. Dema mijar dibe Rêber Apo hemû maf û hiqûq têne binpêkirin. Ji 11’ê Îlona 2016’an û vir de em ti agahiyê ji Rêber Apo nagrin û em ji vê rewşê bi fikarin. Em vê qebûl nakin, ev zilme û bê qanûniye. Tecrîd li ser tevahiya mirovan tê meşandin, di şexsê Rêber Apo de dixwazin gelê Kurd dîl bigrin. Em ê weke dayik tecrîdê bişkênin û ji bo mafên xwe li ber xwe bidin.”

 ‘DIVÊ EM AGAHIYÊ JI RÊBER OCALAN BIGRIN’

Welatiyê bi navê Selahattin Genco (45) jî got, em tecrîda li ser Rêberê Apo tê meşandin qebûl nakin û wiha got: “Rêber Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikare bi parêzer, jî 5'ê Nîsana 2015’an de jî Heyeta Îmraliyê, ji 11'ê Îlona 2016’an û vir ve jî nikare bi malbata xwe re hevditinê pêk bîne. Em vê tecrîdê şermezar dikin û divê em demildest agahiyê ji rewşa rêberê xwe bigrin.”