BI DÎMEN

Gelê Şengalê dixwaze vegere, lê PDK asteng e

Muxtarê wargeha Aştî Hazim Bişar Elî diyar kir ku gelê Êzidî yên ku li kampên Silêmaniyeyê dijîn amadekariyê vegera Şengalê dikirin û wiha got: “Lê êrîşa çeteyên PDK’ê yên li ser Şengalê bû astengî ku niha venegerin.”

Şêniyên wargeha Aştî ya li Silêmaniyê xwepêşandan û nerazîbûna xwe li hember êrîşên çeteyên PDK’ê yên li ser Xanesorê anîn ziman û ew şermezar kirin.

Gelê Êzidî yên li kampa Aştî ya Silêmaniyê dimînin ji ber astengiyên PDK’ê nikarin werin Şengalê, ji bo wê muxtarê kampa Aştî yê bi navê Bişar Elî hat tevlî berxwedana Xanesorê bû.
Muxtarê wargeha Aştî Hazim Bişar Elî nerazîbûna xwe li hember çeteyên PDK’ê anî ziman û wiha got: “Ez li ser daxwaza gel hatim vir, ez berpirsiyartiya 250 malbatên Şengalê dikim, ji bo em rewşa miletê xwe bizanibin, em hatin Şengalê.”

Bişar da xuyakirin ku dema van çeteyan êrîş birin ser gelê me, me jî wek şêniyen wargehê dest bi xwepêşandanan kirin û wiha pêde çû: “Ev şerê li Xanesorê çêbûyî, bandora xwe li ser her Êzidîyî kir û bi taybet jî li ser wargeha me kir. Ji ber ku piraniya şêniyên Xanesorê û Sinûnê li vê kampê dijîn. Beriya ku ev şer rû bide bi dehan malbatan amadekariyên xwe dikirin da ku vegerin ser mal û milkên xwe. Lê niha ji ber vê êrîşa PDK’ê di aliyê hatinê de sistbûnek ketiye nava gel. Ji ber ku gelê Kampa Aştî  bi mehan li bendê bûn ku cih û warê wan ji wan çeteyan were paqij kirin û vegerin. Lê ev şerê niha ji bo çûna me bûye asteng. Banga me ev e bila gundên me werin rizgar kirin. Ji ber ku li kampan rewşa me ya havînê ne baş e û zivistanan jî sar e. Em êdî nikarin biqedînin, em êdî nikarin dûrî Şengalê bijîn.”

Bişar destnîşan kir ku gelê kampê peyamek şandiye û peyama wan wiha ye: “Li şûna ku çete, gelê me qetil dikin bila gundên me rizgar bikin. Em bi xwe jî dizanin ew hêza wan nîn e li hember çeteyan şer bikin. Ji ber vê yekê êrîşa dibin ser gelê me û gelê me qetil dikin.”

Bişar di dawiyê de bangawezî kir ku bila aloziya Şengalê çareser bibe û wiha got: “Em ji hemû hêzan hêvî dikin ku şerê birakujiyê nekin. Ev hêzên hatine ser axa Êzidxaneyê bila van dera berdin û herin axa xwe û axa xwe biparêzin. Gelê me ne mecbûrî wan e ku werin gelê me biparêzin. Vê hêza gelê me heye ku, gelê me hemû erîşan bê bersiv nehêle.”