Gelê Kurd ji bo tendiristî û ewlehiya Ocalan li qadan e

Kurdistanî û dostên wan yên li Bruksel, Celle, La Rochelle û Strasboûrgê li hev civiyan ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bûn.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê li ser banga NAV-BEL û Meclîsa Jinan a Bêrîtan li Place de la Monnaîe de çalakî lidarxistin û di çalakiyê de bal hat kişandin li ser tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Mîtînga ku bi posterên Ocalan û pankartên ku daxwaza azadiya Ocalan hatîn hildan bi rêzgirtinê desp pê kir.

Di axaftinên di çalakiyê de hatî kirin de bal hate kişandin li ser tenduristî û ewlehiya Ocalan.

Çalakî bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.

CELLE

Li bajarê Celle yê Elmanyayê dibin pêşengtiya Hevgirtina Ciwanên Êzidî û Ciwanên Azad bi armanca balkişandina li ser tendirustî û ewlehiya Ocalan çalakî hate lidarxistin.

Meşa ku nêzî 500 kes beşdar bûyî li Schloss Arkadenê dest pê kir. Li Qada GroBerê jî mîtîngek hate lidarxistin. Di meşê de bê navber belavok jî hatin xwendin û belavokên têkildarî rewşa Ocalan hatin belavkirin.

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.

LA ROCHELLE

Li bajarê Rochelle yê Fransa têkildarî tenduristî û ewlehiya Ocalan çalakî hate lidarxistin. Di çalakiya ku belavok hatî belavkirin de jî meş li Vîeûx Port la Rochelle dest pê kir, li Plaxe de Gabûtê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’,  ‘Her der Kurdistan, her der berxwedan’ bi dawî bû.

STRASBOÛRG

Çalakiyên Kurdistaniyan yên ji bo tendursitî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg a Fransayê didomin.

Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, Ciwanên Azad, Jinên Ciwan ên Azad û Însyatîfa Zîn a Jinan Kurdistaniyên ku li hev civiyan, li Qada Kleber bi mîtîngekê daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Di mîtîngê de hevşaredara berê ya Cizirê Leyla Îmret axivî û wiha got: “Rêbertî zimanê demokrasî û azadiyê ye. Azadiya wî azadiya me ye, ji bo wê jî têkoşîna em didin ji bo azadiya gelê Kurd e.”

Hevserokên CDKF Strasboûrg, Berdevkê HDP’ê yê Strasboûrgê, nûnerên DÎDÎF’ê, dostên gelê Kurd û nûnerên saziyan beşdarî mîtîngê bûn û axaftin kirin. Di axaftinan de bal hate kişandin li ser girîngiya tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û wiha hate gotin: “Bi têkoşîna şoreşgerî wê faşîzim were sekinandin. Azadiya Ocalan azadiya hemû Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê ye. CPT mecbûre ku erkê xwe pêkbîne. Di encama komploya navdewletî de ev 19 sal e Rêbertiya me girtî ye û gelê Kurd û dostên wan vê rewşê qebûl nakin. Heta ku Rêberê me azad nebe em ê li kolanan bin.”

Di mîtîngê de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re ji saziyên navneteweyî û CPT’yê hate kirin.

Mîtîng bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan na be’ bi dawî bû.