Gelê Girkê Legê ji bo Serêkaniyê alîkariyê berhev dike

Gelê Girkê Legê ji bo Serêkaniyê alîkariyê berhev dike

Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Girkê Lege Meclîsa Gel a bajêr bi armanca destekdayina gelê Serêkaniyê dest bi kampanyayekî kir. Gel alîkariya ber hev kiriye dê ji gelê Serêkaniyê re bike ku bi êrişên çeteyan rûbirû ye.

Ji bo komkirina alîkariyê komîteyek ji 'Yekîtiya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger, komîteya kar û barên civakî ya Desetaya Bilind a Kurd û endamên meclîsa gel hat sazkirin. Endamên vê komîteyê li sûka bajêr alîkarî berhevkirin.

Endamê Komîteya Xesan Rustem li ser girîngiya alîkariya gelê Serêkaniyê wiha axivî: "Ji ber ku gelê me li SerêKaniyê di encama bicîbûna komên çete û hovîtiya êrîşên rêjîmê neçar ma ku ji cî û warên xwe koçber bibe me dest bi vê kampanyayê kiriye."

Herwiha Komîteya Tendurustiyê ya girêdayî Desteya Bilid a Kurd jî ji bo ji gelê Serêkaniyê re were rêkirin dest bi berhevkirina derman û pêdiviyên tendûristiyê ji doktorên bajêr kir.