BI DÎMEN

Gelê Edeneyê: Erdogan welat têk bir; ji bo siberoja xwe em dibêjin 'NA'

Apê Samîm ku ev deh sal in li Edeneyê li kar digere destnîşan dike ku Erdogan welat têk biriye û dibêje, 'Ez ê bêjim NA'. Şêniyên taxa Beyê diyar dikin, ku nepêkan e ew di referandûmê de bêjin erê.

Li navçeya Seyhan a Edeneyê em diçin taxa Beyê. Em berê xwe didin yek ji qehwexaneyên li vê taxê. Her kesên li qehweyê dibêjin ew ê dengê NA bidin.

'DI DEMA AKP'Ê DE LI EDENEYÊ FEBRÎQE NEMA'

Samîm Akçîçek dibêje, ev 10 sal in ew li kar digere lê nabîne û destnîşan dike, ku çiqasî febrîqe li Edeneyê hebûn, hemû di serdema AKP'ê de hatin girtin. Dest bi axaftinê dike: "Di dema AKP'ê de febrîqeyên Çûkobîrlîk, Mîllî Mensûcat, Paktaş, Sasa, Bozsa, Sumerbank, Omlûksa û 10-12 febrîqeyên din ên navê wan nayê bîra min, hatin girtin. Bi hezaran mirov li van febrîqeyan dixebitîn. Hemû jî bêkar man."

Akçîçek diyar dike, ku serdema herî nebaş a aboriyê, serdema AKP'ê ye. Mahmût Ozyîgît dest bi axaftinê dike û dibêje, "Pere bi mirovan re nehiştin. Mirov mehkûmî qertên krediyê kirin. Deynê niha her mirovî heye. Mirovekî ku deynê bankayê lê nîne, tine ye." Ozyîgît destnîşan dike ku serdema AKP'ê ji aliyê aborî ve ji bo wan felaket e.

'EM TÊK BIRIN'

Apê Samîm ji cihê mayî dewam dike: "Erdê van febrîqeyên hatin girtin pêşkêşî AKP'yiyan kirin. Li wir AVM û muze çêkirin. Em ji birçîna dimirin, em ê çi bikin ji muzeyê? Li şûna wê muzeyê, gelo febrîqeyek çêbikira ne çêtir bû?"

Apê Samîm diyar dike, ku AKP'ê ne tenê Edene, welat hemû ji aliyê aborî ve têk biriye û dibêje, "Xwedê van nehêle. Ev 10 sal in ez li kar digerim, lê bi destê min nakeve. Nikarim teqawît jî bibim. Nikarim nan bibim mala xwe."

'MODELA SEROKATIYÊ YA LI AMERÎKAYÊ CUDA YE'

Îbrahîm Ustunkûrûcû jî vê pirsê dike, "Ev 15 sal in hûn desthilatdar in, gelo we ji bo vî gelî çi kir?" Ustunkûrûcû anî ziman, welatên ku Erdogan dixwaze modela wan a serokatiyê bîne, hemû welatên dûrî demokrasiyê ne û ragihand, modela li Amerîkayê gelekî cuda ye, li wir hiqûq heye.

'NA JI XÎLAFET Û BÊHIQÛQIYÊ RE'

Cengîz Sarigul di wê baweriyê de ye, ku AKP'ê di destpêkê de hiqûq qedandiye û bi sîstema serokatiyê re dixwaze vê bêhiqûqiyê mayînde bike. Sarigul diyar kir, modela serokatiyê ya li welatên pêşketî, modela yek şexsî nîne, lê belê ya ku Erdogan dixwaze bîne dîkta şexsekî ye.

Îbrahîm Ustunkûrûcû wiha dewam dike: "Di nava Osmanî de hiqûq hebû? Tine bû. Ev şexs dixwaze sîstema Osmanî bîne. Hiqûq, dadgerî di nava Osmanî de hebûn? Na. Em jî li dijî vê xîlafet û bêhiqûqiyê ne.

'HIKÛMETA JI KON'

Sarigul got, "Ez hatim vî emrî, min polîtîkayeke bi vî rengî ya derewan nedît. Di dema vê hikûmetê de em têk çûn. Ev hikûmet 'hikûmeta ji kon e', ne tiştekî din e. Niha jî hewl didin van polîtîkayan mayînde bikin. Em ê ti carî qebûl nekin."

Mahmût Ozyîgît jî destnîşan dike, ku ji bo dayina dengê 'NA' pêwîstî pê nîne ku mirov gelekî kûr li ser bifikire û ji bo pirsa 'çima NA' vê bersivê dide: "ji bo siberoja xwe, ji bo demokrasiyê em neçarin bêjin 'NA'."

'BI DENGÊ NA EM DIKARIN DAWÎ LI VÊ NEHEQIYÊ BÎNIN'

Ciwanê bi navê Seyhan Canlikal ku bêpar e, destnîşan dike ku hikûmet û desthilatdariya heyî ti pirsgirêk çareser nekiriye û dibêje, kombûna hemû erk û hêzan di destê van de, wê ji bo welêt bibe felaketek. Canlikal diyar dike, ku divê ew teqez bêjin na.