Gelan berê xwe dan HDK û HDP’ê
Gelan berê xwe dan HDK û HDP’ê
Gelan berê xwe dan HDK û HDP’ê
Endama Lijneya Rêveber a HDK û aktîvîsta Elewiyan Hatîce Altinişik da zanîn ku, ji Elewiyan heta Ermeniyan, ji Suryaniyan heta Aramiyan, ji Kurdan heta Çerkezan, HDK û HDP’ê wek cihên ku dikarin gotinên xwe bêjin dibînin û da zanîn ku gelan û baweriyan berê xwe dane HDK û HDP’ê.
Kogreya Demokratîk a Gelan (HDK) Lijneya xwe ya giştî 26’ê cotmehê roja şemiyê, Partiya Demokratîk a Gelan jî (HDP) jî 27’ê cotmehê roja yekşemê kongreya xwe li Enqereyê pêk tîne.
Endama Lijneya Rêveber a HDK’ê û aktîvîsta Elewî Hatîce Altinişik, beriya civîna ku dawiya hefteyê pêk were ji ANF’ê re axivî.
ME DI ZEMÎNA HEVPAR DE TÊKOŞÎN MEŞAND
Altinişik di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku HDK’ê di zemîna hevpar de têkoşîn meşandiye û tevgerên siyasî yên Tirkiyeyê ji bo vê bi salan têkoşiyan lê bi ser neketin. Altinişik wiha got: “HDK ji 40 aliyên siyasî pêk hatiye. Ligel vê kesên serbixwe, jin û ciwan jî hene. Ji ber vê jî sê salan bi evqas aktor û kesî re meş wisa ne hêsan bûn. Lê em biser ketin. Me di qada hevpar a siyasî de têkoşîn meşand.
Altinişik diyar kir ku HDK û HDP tenê ne partiye îtîfaqê ya hilbijartin û sîwaneyê ye û got: “HDP yekane partiya siyasî ya Tirkiyeyê ye. Bi taybet ji bo bawerî û gelan pir girînge. Gel û bawerî di her partiyekê de nekarin gotina xwe bêjin. Lê di nava HDK û HDP’ê de her gel her bawerî dikarin gotina xwe bêjin.
Altinişik da zanîn ku, ji Elewiyan heta Ermeniyan, ji Suryaniyan heta Aramiyan, ji Kurdan heta Çerkezan, HDK û HDP’ê wek cihên ku dikarin gotinên xwe bêjin dibînin û da zanîn ku gelan û baweriyan berê xwe dane HDK û HDP’ê.
DERÎ DÊ HDK Û HDP VEKE
Tişta ku HDK û HDP’ê ji partiyên din yên siyasî cuda dike eve ku, gel di rêveberiyên herêmî de xwedî gotine û biryara ku dê kî bibe şaredar jî ew bixwe dide. Altinişik wiha got: “Îro bi taybet piştî Geziyê forumên hatine avakirin, wêneyê ku HDK’ê dixwest bi meclisê xwe re ava bike ye. Ev îdeala HDK û HDP’ê bû. Di rojên pêş de dê ji bo siyaseta Tirkiyeyê deriyekî nû vebe. Vî derî jî dê HDK û HDP veke.