Gel nahêle polîs bikevin hundirê dibistana Ferzad Kemanger!
Gel nahêle polîs bikevin hundirê dibistana Ferzad Kemanger!
Gel nahêle polîs bikevin hundirê dibistana Ferzad Kemanger!
Polîsan xwest ku beriya merasîma vekirina Dibistana Seretayî ya Ferzat Kemanger ya li Navçeya Rezan a Amedê hatiye vekirin û ji sê dibistanên Kurdî yeke, têkevin nava dibistanê. Li ser bertekên weliyên xwendekaran û welatiyan polîsan nikarî têkevin hundirê dibistanê. Li ser vê yekê tenê rayedarên Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajar çûn dibistanê û lêkolîn kirin.
Li taxa Şex Şamil ya navçeya Rezan a Amedê ji bo vekirina dibistana Kurdî ya Dibistana Sereteyî ya Ferzad Kemangerî merasîmekî vekirinê pêk hat. Beriya merasîmê polîsan xwestin têkevin hundirê dibistanê. Polîsên ku saet 09.30'an de gelek polîs bi TOMA'yan hatin ber dibistanê. Li vir di navbera polîsên ku destnişan kirin ji bo lêkolînê hatine ber dibistanê û welatiyan de gengeşî derket. Ji ber ku polîsan hewl da hin welatiyan binçav bike, gengeşî berfireh bû. Li ser bertekên welatiyên polîsan nekarî tu kesî binçav bike û ji baxçeyê dibistanê derketin derva. Piştî polîs ji baxçeyê dibistanê derketin rayedarên Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajar ji bo lêkolînan bikin hatin dibistanê.
Li gel ku lêkolîna rayedaran di hundirê dibistanê de didome, polîs û welatî jî li ber dibistanê disekinin.