Gefên Erdogan dewam dikin
Gefên Erdogan dewam dikin
Gefên Erdogan dewam dikin
Serokwezîrê Tirk Erdogan gefên xwe yên li hemberî heyeta BDP'ê ya diçe Îmraliyê dewam kir. Erdogan got, "Kiyê biçe Îmraliyê kî naçe; biryara vê hikûmet dide. Hikûmet bixwaze dê bişîne nexwaze, wê neşîne."
Serokwezîrê Tirkiyê û lîderê AKP'ê Tayyîp Erdogan li civîna koma partiya xwe axivî. Erdogan diyar kir ku serbestberdana 2 pîlotan di encama hewldanên wan de pêk hatiye û balkêşe ku li gel Lubnan ji Qatarê re jî spas kir.
Erdogan der barê nerazîbûnên li hemberî destwerdana li heyeta BDP'ê ya diçe Îmraliyê, careke din bi awayekî vekirî gef xwar. "Kiyê biçe Îmraliyê kî naçe; biryara vê hikûmet dide. Hikûmet bixwaze dê bişîne nexwaze, wê neşîne. Erka ti kesî nîne ku rêgehê deyne pêşiya hikûmetê. Ev erk a hikûmetê ye, ya Wezareta Edaletê ye. Divê her kes sînorê bizanibe, eger sînorê xwe nas bike, hingî dikare di çarçoveya huqûqê de jê sûdê werbigire." Erdogan îdîakir ku divê bêdengiya wan a di hin mijaran de ji aliyê hin derdoran ve weke prîm neyê qebûlkirin.