Gefa kuştinê li hevşaredarê Ebexê Demîr hate xwarin

Hevşaredarê Ebexê Farûk Demîr ê ku peywira wî hatibû desteserkirin, li ser medyaya civakî gefa kuştinê lê tê xwarin.

Pêkanînên desthilatdariya AKP û MHP’ê yên li dijî Kurd û muxalifan didome. Ji aliyê din ve jî derdorên faşîst ên hêzê ji desthilatdariyê distînin jî gefên xwe didomînin.

Hevşaredarê Ebexê Farûk Demîr ê ku di hilbijartinên herêmî yên di sala 2014 û 2019’an de peywira wî hatibû desteserkirin, ev demeke li ser medyaya civakî li ser hesabên bi navê ‘JÎTEM’ û ‘Kod Adim Yeşîl’ gef lê tê xwarin. Ev hesab peyama ‘tu yê bimirî’ ji Demîr re dişîne û duh jî wêneyê kaleşnîkofê jê re şandin.

Demîr diyar kir ku ev kes jê re dibêjin ‘Tena serê xwe were, em hev bibînin’ lê wî ev tişt qebûl nekiriye.

Demîr got ku, “Ez şahidê zindî yê salên 1990’î me. Em ê di têkoşîna demokrasiyê de cih bigirin. Têkoşîna me didome. Ji niha û şûnde jî em ê ji ber van êrîşan danexwin.”