Geçgel ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê hate tehdîtkirin

Girtiyê bi navê Halîl Geçgel ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne, ragihand ku hatiye tehdîtkirin.

Halîl Geçgel ê ji sala 2007’an ve bi endamtiya rêxistinê 33 sal ceza lê hatiye birîn, îro bi rêya telefonê li gel keça xwe axivî û anî ziman ku hatiye tehdîtkirin.

Geçgel ê got: “Eger tiştek bi min were berpirs dewlet e” diyar kir ku ji bo nikaribe gel keça xwe baxive jî hejmara wê hatiye astengkirin.

Keça Geçgel anî ziman ku ji ber ku malbata wan li Dîlokê dijî û nikarin biçin serdanê daxwaz kir ku bavê wê sewqî Girtîgeha Dîlokê biikin, lê daxwaza sîxûrtiyê li malbatê kirine.