Gardiyanan êrîşî girtiyê bi navê Mehmet Yildirim kir!
Girtiyê azadiyê yê li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Tekîrdagê tê ragirtin, gardiyanan êrîşî wî kir.
Girtiyê azadiyê yê li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Tekîrdagê tê ragirtin, gardiyanan êrîşî wî kir.
Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Tekîrdagê bi bûyereke din a êrîş û derkirina girtiyan dîsa hate rojevê. Hate ragihandin ku di 15’ê Çileyê de gardiyanan êşkence li girtiyê bi navê Mehmet Yildirim kirine.
Hate ragihandin dema ku Mehmet Yildirim dibirin dadgehê li ber cîhaza X-Rayê ji bo silav daye hevalekî xwe, ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin. Piştî ku Yildirim bertek nîşanê gardiyanan daye, 10 gardiyanan êşkence lê kirine. Milê Yildirim hatiye tewandin, li erdê hatiye dirêjkirin û demeke dirêj êşkence lê hatiye kirin.
Li dijî vê êşkenceyê Yildirim û hevalên xwe jî dirûşmeyên, “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê bişkîne!” berz kirine.
Piştî êrîşê, ligel ku gelek cihên wî reş û şîn bûne û werimîne jî Yildirim nebirine revîr û nexweşxaneyê ji bo wê jî nekariye rapora derb û êşkenceyê bigire.
Hate ragihandin ku nêzî 50 girtiyan li dozgeriyê serlêdana sûcdariyê kirine.