BI DÎMEN

Fransiyan li buroya xizmetê ji tûrîzma Tirkiyeyê dike AKP protesto kirin

Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a li Parîsê, li buroyeke xizmetê ji tûrîzma Tirkiyeyê re dike, çalakiyek pêk anî.

Li paytexta Fransa Parîsê, endamên Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a ji Fransiyan pêk tê, li buroya xizmetê ji tûrîzma Tirk re dike ya li Champ Elysees'ê çalakiyek pêk anîn.

Endamên Însiyatîfê, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, boyaxa rengê sor li afîşên tûrîzmê yên li buroyê kirin.

Çalakgeran, li hemberî komkujiyên AKP li bajarên Kurdan dike bang li gelên li Fransa û gelemperiya Ewropayê dijîn kirin, ku tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin.