Fransayê desteka xwe ya ji bo QSD'ê dubare kir

Hate gotin, Serokkomarê Fransayê Macron ku li Qesra Elysee heyetek ji Rojava pêşwazî kir, desteka welatê xwe ya ji bo şervanên QSD'ê ragihandiye.

Heyetek ji rayedarên payebilind ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê, li Parîsê bi Serokkomarê Frnsayê Emmanûel Macron re rûnişt.

Qesra Serokkomariya Fransayê li ser hevdîtinê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji heyeta Sûriyeyê re "desteka Fransayê" hatiye dubarekirin ku heyet ji Ereb û Kurdan pêk tê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Serokkomar Emmanûel Macron fedakariya şervanên QSD'ê ya di têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê de bi rêzdarî bi bîr aniye û diyar kiriye ku têkoşîna li dijî çeteyan karekî sereke ye.

DESTEKA JI BO QSD'Ê HATE DUBAREKIRIN

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Serokkomar dubare kir ku têkoşîna li dijî xeteriya terorîstan (DAÎŞ) ku hê didome, karekî sereke ye" û desteka Fransayê ya ji bo hêzên QSD'ê ragihandiye. Qesra Elysee diyar kir ku rêveberiyeke hevseng a li bakurê rojhilat ê Sûriyeyê ku her kesî digire nava xwe, heta ku çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê bê dîtin girîng e. Di daxuyaniyê de agahiya li ser şandina leşkerên Fransayê nehate dayin.

JI BO DIYALOGA BI TIRKIYEYÊ RE WÊ BIBE ALÎKAR

Di daxuyaniya Serokkomariya Fransayê de her wiha hate ragihandin ku ji bo diyaloga navbera QSD û Tirkiyeyê wê Fransa û Koalîsyona Navneteweyî bibe alîkar.

Heyeta Bakurê Sûriyeyê ya ji nûnerên Kurd, Ereb û Suryaniyan pêk dihat, duh bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re rûniştibû. Hevseroka TEV-DEM'ê Asya Ebdullah, Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd, Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Siham Qiryo, Endamê Desteya Rêveber a Herêma Cizîrê Faner Gaêt, Berpirsyarê Têkiliyên Derve yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rêdûr Xelîl, Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah û Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê yê li Ewropayê Dr. Xalid Îsa di nava heyetê de cih girtin.

Di daxuyaniyên heyetê û nivîskarê Fransî Patrîce Francescî de ku bi heyetê re tevgeriya, hate ragihandin ku Fransa ji bo pêşî li dagirkeriyeke gengaz a Tirkan bigire wê tevî DYA leşkeran bişîne Minbicê.