Fransa bûye qada şer
Ev serê çend hefteyan e li Fransayê çalakî hene. Ligel xwepêşandanên li dijî nijadperestiyê, xebatkarên tendirustiyê yên ku daketine qadan û li bajarekî jî şerê di navbera Çeçen – Magrebiyan de heye.
Ev serê çend hefteyan e li Fransayê çalakî hene. Ligel xwepêşandanên li dijî nijadperestiyê, xebatkarên tendirustiyê yên ku daketine qadan û li bajarekî jî şerê di navbera Çeçen – Magrebiyan de heye.
Roja Sêşemê bi deh hezaran xebatkarên tendirustiyê ji bo ku sozên hikumetê bîne bîra wê, daketin qadan. Di van çalakiyan de şerên giran çêbû.
Avalanche de projectiles lancés par des manifestants sur un groupe de BRAV-M qui tentait de disperser la foule. #blackbloc #soignants #manif16Juin #16juin pic.twitter.com/RcgREA4REh
— Yazid Bouziar (@ybouziar) June 16, 2020
Li Parîsê nêzî 20 hezar kes daketin qadan û ji ber şeran 32 kes hatin destgîrkirin. Polîsan gaza hêsirrêj li çalakgeran reşand, çalakgeran jî tiştên di destê xwe de avêtin polîsan.
POLÎSAN BI PORA HEMŞÎREYÊ GIRT Û EW KAŞ KIR
Dîmen derketin holê ku polîsan bi pora hemşîreyeke berdilkspî girtin û ew li erdê kaş kirine. Ev êrîş bû sedema nerazîbûnan. Piştî dîmenan çalakî bi şev jî domiya.
Une femme en blouse blanche, tirée par les cheveux, durant une interpellation, finira évacuée le visage en sang durant la manifestation aux Invalides. Elle réclamera à plusieurs reprises sa Ventoline.
— Remy Buisine (@RemyBuisine) June 16, 2020
Images issue de mon direct sur @brutofficiel (1H45). #soignants pic.twitter.com/zdxIbTS4Mu
XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ NÎJADPERESTIYÊ
Di 2 û 13’ê Hezîranê de jî li Parîsê bi deh hezaran kes li dijî nijadperestî û şîddeta polîsan daketin qadan. Komîteya Adama Traorê pêşengtiya van çalakiyan kir. Traore di 19’ê Tîrmeha 2016’an de dema ji polîsan direviya, hatibû destgîrkirin û piştî du saetan cenazeyê wî li leşkergeha jendirmeyan hatibû dîtin.
Des milices armées jusqu’aux dents de fusils a pompe, pistolets et armes de guerre se filment dans les quartiers perdus de la République
— Eric Ciotti (@ECiotti) June 15, 2020
La France orange mécanique c’est maintenant. @ccastaner qu’attendez vous pour désarmer et interpeller ces gangs ? pic.twitter.com/C56eWWSEZL
LI DIJONÊ DÎMENÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ
Li bajarê Dîjonê jî ji ber ku di 10’ê Hezîranê de Erebên Magrebê li ciwanekî Çeçen dabûn, Çeçenan bajar kirin qada şer. Koma çekdar êrîş kir û ev bûyer li ser hev çar rojan domiya. Polîsan derengî mudaxeleyî vê bûyerê kirin lê di wê gavê de mudaxeleyî çalakiyên Êlegzer û hemşîreyan kiribûn.
Li bajarê Nîceyê jî di navbera endamên civaka Çeçen û bazirganên tiryakê jî şer çêbû. Civaka Çeçen a Niceyê nerazîbûn nîşan da û got, “Ji bo ku li vir jî em têkevin nav şerekî navxweyî em şerê navxweyî nereviyan.”