Fermandarê YPG’ê Sîpan Hemo: Kurd dê wenda nekin
Fermandarê YPG’ê Sîpan Hemo: Kurd dê wenda nekin
Fermandarê YPG’ê Sîpan Hemo: Kurd dê wenda nekin
Fermandarê YPG’ê Sîpan Hemo, êrîşên li hemberî Rojava û asta ku hatinê nirxand. Hemo pirsên ANF’ê bersivand û got armanca êrîşan eve ku pêşî li Statuya kurdan bigirin û vala derxînin. Hemo da zanîn ku bi saya rêxistina civaka kurd û saya operasyonên serkeftî ya hêza parastina gel a YPG’ê ev êrîş negihitşine armancên xwe û kurd dê wenda nekin.
Hemo di nirxanên xwe de balkişand ser Serêkaniyê û da zanîn ku cihekî gelek stratekîje û wiha got: “Serêkaniyê Stalînga Rojava ye. Gelek girînge ku kurd bigihêjin statuya xwe. Her kes êdî piştî Serêkaniyê dibêjin kurd. Di vê serkeftina me ya leşkerî de cara yekemîn muxalefeta Sûriyeyê hat bi min re hevdîtin kir. Heta wê demê kurd tu tiştek nedihesibandin.
Hemo destnîşan kir ku du sedemên êrîşên li hemberî qadên me hene û wiha pê de çû: “Ya yekemÎn statuya me hezm nakin. Ya duyemîn jî ev ku pêşî lê bigirin ku statu nekeve fermiyetê û vala derkeve. Piştî vê pêvajoya şoreşê şûnde di encama encamên dekretin holê de her kes êdî bi awayekî fermî kurdan muxatab digirin. Heta dema hinek proje dibin mijara gotinê dibêjin ‘Kurd li ku derê ne’. Ji bo vê vala derxînin êrîşê me dikin. Gelo kî li pişt van êrîşan hene? Di esasa xwe de em van gelek baş dizanin, baş nas dikin. Ev kes endamên rêxistina çeteyên El Qaîdeyê yên ji Çeçenîstan, Afganîstan, Erebîstan û Ewropayê hatinê ne. Tên vir êrîşê kurdan dikin. Çima? Dema mirov lê dinêrin di esasê de tu sedeme ku êrîşê kurdan bike nîne. Çima El Qaîde êrîşê kurdan bike. Ligel kurd mexdurên emperyalîstan e. Gelo ma emperyalîstan kurd neanîn vê rewşê? Kurdên îro li hemberî emperyalîstan, li hemberî mêtîngeriyê enyeke. Heta dîsa kurdan projeya wan ya li Rojhilata Navîn vala derxist. Wê demê rêxistinên girêdayê El Qaîdeyê, qaşo rêxistinên li dijî Amerîkayê ne, çima êrîşê kurdan dikin? Lê meseleya esas ne eve. Rêxistina Îslamî ya Radîkal di esasa xwe de heta niha ji hêzên emperyalîst û sixûrên hevkar re xizmet kiriye. Wekê ku ew dibêjin, ne îslamîne, berovajî vê kesên ku îslamê li çînan vediqetînin, îslamê zêde radîkal dikin û marjînal dikin. Bi vî awayî projeyeke ku zirarek mezin dide îslamê ye.
Hemo di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li wir Tugayeke li ser navê Fetulah Gulen heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Tugayeke leşkerî ya li sêgoşeya Bab û Cerablus faliyetê dimeşîne heye. Ev tugay balkêşe. Di bin her êrîşeke li hemberî me ez vê tugayê dibînim. Li Serêkaniyê jî li hemberî me ketibû şer. Ligel vê tabura Fatîh Sultan Mehmet jî heye. Çekên vana pir nû ne, paqijin. Derfetên vana mezinin. Ev komên Ereb bi rêve dibin. Bê guman di nava van de serbazên tirk jî hene. Me ev tespît kirine. Ev serbazên ku bi salan li Bakûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê şer kirine niha li virin. Em van nas dikin êdî. Serbazekî di civînê de aşkera gotiye min li Başûrêrojava nizanim çiqas serî jêkirine. Yanî venaşêrin. Bi awayekî zane êrîşdikin. Mînak koma Lîva Tevhîd ya ku Abdulcabar Egîd li ser e heye. Ev di bin bana Artêşa Azad a Sûriyeyê de ne, lê ji roja destpêkê de di bin kontrola îstîxbarata Tirk de ne. Êrîşê me kurdan dikin.”
PEVÇÛNÊN DIJWAR TÊN JIYÎN
Hemû diyar kir ku li Dêrik, Derik, Tırbespiyê, Serêkani, Tel Hasıl, Tel Aran û Tel Ebyad û Halebê pevçûnên dijwar tên jiyîn û wiha pê de çû: “ Lê ligel êrîşan cihê me gelek baş e. Kurd ji vê saetê şûnde wenda nake. Heta niha hemû pevçûnên ku em ketinê, me gelek wenda dane û me komên êrîşkar bê bandor hiştiye. Heta niha di tu pevçûnekê de hêzên YPG’ê paşde gav neavêtiye. Berovajî vê em roj bi roj pêşde diçin, mezin dibin, hêza me mezindibe. Ji bilî herêmên navberê wêdetri, li hemû herêman pevçûn heye lê gelê me di nava ewlehiyê de ye. Mînak li Dêrikê pevçûnên dijwar hene. Lê gelê me yê Dêrikê dengê pevçûnan jî nabihîze. Ev rewş li herêmên din jî hemane. Niha gelê me jiyana xwe ya normal didomîne. Em jî wek hêza parastina leşkerî wan diparêzin. Cihê ku yekane em lê zehmetiyan dikişînin gundên kurd yên Tel Hasil, Tel Aran û gundên kurd yên Tel Ebyad û bajarê Helebê ne. Ji bilî van cihan li her derê em serdsetin. Heta li Dêrik û Serêkaniyê dê qezencên me yên cidî çêbibin. Axa me ya bi sedsalane me wenda kirine emê şûnde bigirin. Ev vekirî dibêjim; herêma Tel Koçer axa Kurdistanê ye. Di nava demê de kirine ereb, lê wir Kurdistane. Bê guman tu pirsgirêka me bi kurdên wir re nîne. Heta em peywira me ye ku em wan biparêzin. Emê biparêzin. Ewlehiya hemû gelên li ser axa Kurdistanê dijî emê bigirin. Emê wan biparêzin.
JI ROJA DESTPÊKÊ DE NÊZÎKATIYEKE ME HEYE
Hemo wiha got: “Ji roja despêka şoreşa Rojava de nêzîkatiyeke me ye. Em li dijî her cureyê êrîşek ji derve ya li hemberî Sûriyeyê ne! Em her tim dibêjin mudaxaleyeke dereve dê dînamîkên hundir yên Sûriyeyê qels bike û çareseriyê neyne. Em difikirin ku çareseriya rastîn girêdayê dînamîkên hundire. Yanî em bawer nakin ku operasyonên DYA’yê azadiyê bîne. Dikarîbû alîkariyên ji derve bihata kirin, dikaribû ji bo çareseriyê dînamîkên hundir bianîna gel hev. Dikarî pêşiya wan vekiriba. Ev jî bi destê Netewên Yekbûyî dikaribû pêk bihata. Lê bi dsetê rêxistinên îstîxbaratê pêkanîna operasyona derve çareseriyê nayen. Li Sûriyeyê ji xwe mudaxale pêk hat. Hem jî hezar carî. Lê çareserî pêk nehat. Her tişt hat ceribandin. Lê bi ser neketin. Ji ber ku dînamîkên hundir baldar nehatin girtin.
PROJEYEKE BÊ KURDAN AŞTIYÊ PÊK NAYNE
Projeyeke bê kurdan li Sûriyeyê teqez aştiyê pêk nayne. Projeya ku Rojava û Rûsya pêk bîne em jî dê bi xeta xw eya sêyemîn bi felsefeya xwe tevli bibin û em dê ji derveyê vê nemînin. Lê niha mudaxaleyeke wisa dibe: Rûsya û Îran ji bo me bikişînin aliyên xwe dibêjin çi dixwazin em amadene ku bi wan re nîqaş bikin. Tişta ku em dixwazin xeta sêyemîn bi hêz be. Dîsa bi heman awayî aliyê din jî dibêje;Hun çi dixwazin em qebûl idkin. Em heman bersivê didin wan jî. Yanî ne polîtîkayên rejîma Sûriyeyê û ne jî projeyên muxalefetê bi fêde ne. Çareseriya esas xeta me ya sêyemîne. Di muxalefeta Sûriyeyê de aliyekî ku piştgiriyê dide projeya me heye. Pergaleke nû ya derbarê Sûriyeyê de feraseteke nû dê teqez aştiyê pêk bîne.
KDP PARÇEYEKÊ VAN ÊRÎŞANE
Min berê digot polîtîkayên KDP’ê şaşin. Min got polîtîkayên ku ew dikin cesaretê didin dijminên me. Lê niha ez bi dengekî bilind dibêjim ku;Ne Rêveberiya Başûrê Kurdistanê lê rêveberiya KDP’ê parçeyekê van êrîşane. Ez van gotinên xwe bi daneyan danîm holê ku bila gelê kurd rastiyê bizane. Ya yeemîn roja ku li Efrînê êrîşan destpê kir, li Serêkaniyê jî êrîşan dest pê kir û dîsa heman rojê deriyê Sêmalkê hat girtin. Hemû herêma me di bin ambargoyê de ye, çima deriyê kurdan tê girtin? Û heta niha ew derî girtiye. Ya herî girîng em li dijî êrîşên derve parastinê dikin, di hundir de jî KDP û partiyên girêdayê wê, provakasyon û sabotajên nema kirin. Her ku ji derve êrîşek hat, di hundir de jî van partiyan li djî gelê kurd dest bi hamleyan kirin. Morelê gel xera kirin, gel bi YPG’ê re anîna dij hev û pêşiya wesayîtên YPG’ê birîn dê bi kîjan kurdbûnê vê bînin ziman. Her tim di nava faliyetên dij-propagandayê de cih girtin. Di serî de El Partî ya Abdul Hakîm Beşar her tim ji bo li dijî YPG’ê xwe bi rêxistin bike provakasyonên nema kirin.
Heta em dizanin ku rêveberiya KDP’ê li Dêrikê der barê qadên petrola de bi Amerîkayiyan re ketiye nava projeyê. Agahiya me ji xebateke bi vî rengî heye. Ji bo li ser van aliyên Rojava hakîmiyeta partiyên nêzî KDP’ê çêbibe, partiyên wek Azadî çek girtin û bi OSO re tevgeriyan. OSO girtin herêma kurd û xwestin kurdan tasfiye bikin. Min berê jî digot. Polîtîkayên KDP’ê şaşin. Lê niha min xebatên wan yên pratîk yê 3-4 mehan dîtin, min fêm kir ku li dijî me planên tasfiyê dimeşînin. Ez van gotinan bi daneyan dibêjim. KDP parçeyeke van êrîşane.