Fermandarê Daîreya Harp a Taybet mir

Fermandarê Daîreya Harp a Taybet mir

Yek ji Fermandarê Fermandariya Hêzên Taybet ku li Kurdistanê tevli gelek sûcên şer bibibû Orgeneral Kemal Yavuz li Stenbolê mir.

Cenazeyê Yavuz îro piştî merasîma cezaneya li Mizgefta Levent a Stenbolê dê li Goristana Zîncîrlikuyu bê definkirin.

Yazuz yekemîn fermandarê saziya ‘Daîreya Harp a Taybet’ bû.  Di dema Şerê Sar de di bin bana Fermandariya Giştî de  bi hevkariya CIA û NATO’yê rêxistineke veşarî hat avakirin. Rêxistina faliyetên kontragerîla dimeşand piştî qezaya Susurlukê hat guhertin.