Fermana êrîşa li Washîngtonê Erdogan daye

Paytext DYA’yê, îdîa kir ku fermana êrîşa li ser xwepêşanderên li pêşiya Sefaretxaneya Tirk a Washîngtonê Erdogan daye.

Li gorî dîmenên nû, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, ji ber xwepêşandana protestoyê ya li pêşiya avahiya Sefaretxaneyê, destpêkê ji wesayîtê peya nabe, piştre jî parêzvanên ku li gel Erdogan axivî bi awayekî hovane êrîşî xwepêşanderan kirin.