Ferhat Tunç: Dadgeh ji bo Kamer Genç di xebebite

Ferhat Tunç: Dadgeh ji bo Kamer Genç di xebebite

Doza ku ji aliyê parlementerê CHP’ê Kamer Genç ve li ser hunermend Ferhat Tunç hatî vekirin, li dijî Tunç bi dawî bû. Tunç di hilbijartinên 2011’an de ji bo Genç tewanbariya “bê rûmetiyê” kiribû.

Di hilbijartinên 11’ê Xizîrana 2011’an ku li Dêrsimê Ferhat Tunç bag li gel dikir Parlementerê CHP’ê yê Tunceliyê Kamer Genç rexne kir û jêre gotinên weke “bê rûmetî kir” bi kar anî. Doza ku pêş 2 salan ji aliyê Genç ve hate vekirin ya 10 hezar lîrayê Tirkî, doz li dijî Tunç bi encamp bû. Parêzerê Tunç Bariş Yildirim li ser vê biryara Dadgehê serlêdana temyizê kir.

Di pêvajoya Mehkemê de Genç û parêzerê wî, li ser mala Tunç biryara haciz derxistin û hunermend Tunç jî ev ji dervey exlaq dît û nerazîbûn nîşa da. Li ger biryara dawî a dadgehê Genç û parêzerê wî bê ku biryara temziyê bi dawî bibe li ser hesabên Tunç yên di banqê de biryara bloqê derxist. Tunç neçar ma ji bo rakirina bloqê 8 hezar û 500 lîre dane dadgehê.

WÊ TEKOŞÎNA MIN A LI DIJ GENÇ Û ZÊHNIYETÊN WEKE WÎ DEWAM BIKE”

Tunç nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan û wiha got: “Dema ku qala gotinê em bîn bê guman wê dadgeh ji bo Kamer Genç bi xebite. Yekî bi şeklê “bêrûmetiyê dike” sucdar kirin, cezayê wê nîne. Sedemê gotina min ya vê yekê ku pişt dide sedemên heq, ez nikarim li benda dîtina wê dadgehê bim.”

Tunç diyar kir ku Kamer Genç û parêzerê wî di dema dadgehê de nêzikatiyekî bê exlaqiyane kirine û biryara ku dadgehê derxistî weke vegerandina hewildanekî tacîzê binav kir û wiha got: “Em mînakekeî bê şermiyê ye. Ev pareyê ku bê Kamer Genç heq bike jêre diçe ez lê helal nakim. Kamer Genç li Dêrsimê weke figurekî dewleta kûr dixebite. Li dijî zihniyeta wî tekoşîn kirin ji bo min û tevayê Dersimiyan meselekî rûmetê ye. Heya ku ez dijîm li dijî zihniyeta Kamer Genç û yên weke wî ku bi nasnameya Dêrsimê di leyizin wê tekoşîna min berdewam bike. Bila ev kes vê yekê deqekî jî ji serê xwe dernexîne.”