Zarokê bi navê Ferhat Kaya ê di 18'ê Çile de li Qawşa Zarokan a Girtîgeha Tîpa E ya Edeneyê di şewatê de bi giranî birîndar bûbû, piştî dermankirina 8 rojan a li Nexweşxaneya Dewletê ya Aşkim Tufekçi ya Çukurovayê jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku cenazeyê Kaya ji bo rapora otopsiyê şandin Morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Hat destnîşankirin ku malbat wê sibehê bikaribin cenazeye wî wergirin.
Berê jî Muhammet Erdogan ku bi giranî birhîndar bûbû jiyana xwe ji dest dabû. Dermankirina zarokê bi navê Mehmet Altunhan û 2 gardiyanan li nexweşxaneyê berdewam dike.