Ferda Çetîn: Siyaseta 'Erê ji Kurdan re, Na ji PKK'ê re' tê ferzkirin

Ferda Çetîn bal kişand ser zexta welatên rojavayî ya li ser Kurda ku dema dawî zêde bûye û got, "DYE, Fransa û Swêd bi hev re siyaseta 'Erê ji Kurdan re, Na ji PKK'ê re' dimeşînin."

Rojnamevan-nivîskar Ferda Çetîn ku nêzîkatiya Ewropayê ya li Tevgera Azadiyê ya Kurd ji nêz ve dişopîne, ji ANF'ê re qala nêzîkatiya van hêzan kir.

Ferda Çetîn anî ziman ku polîtîkaya Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser Kurdan, ji aliyê esasî ve ne ji bo têkiliyek yekser a bi gelê Kurd re ye; têkiliyeke 'neyekser' a bi dewletên dagirker ên li Kurdistanê re ye.

Çetîn di vir de bal kişand ser nêzîkatiya 'Kurdên baş" û "Kurdên nebaş" ên van hêzan û ev tespît kir: "DYE û dewletên Ewropayê, gelê Kurd û tevgerên siyasî yên Kurd weke rêxistiniyeke yekpare û hevgirtî nabînin; li gorî feraseta xwe ya îdeolojîk-polîtîk ji hev cihê dikin. DYE, Îngilistan, Elmanya, Fransa û Swêd bi salan e di çarçoveya bernameyekê de hewl didin 'Kurdên xwe' ava bikin. Pênaseya 'Kurdên baş', "Kurdên nebaş" encama ecibandin û pîvanên van hêzan e."

'ELMANYA LI GORÎ DAXWAZÊN DEWLETA TIRK TEVDIGERE'

Ferda Çetîn diyar kir ku têkiliya Ewropayê ya bi Kurdan û Tevgera Azadiyê ya Kurd re ji têkiliyên DYE'yê cuda nabe bê nirxandin û got, "Elmanya ku dijberiya xwe ya li PKK'ê veguherandiye bazarî û têkiliya li ser berjewendiyên siyasî û bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re, bi temamî li gorî daxwazên dewleta Tirk tevdigere. Serokê Komeleya Parêzerên Komargeriya Elmanyayê Dr. Peer Stolle di mijara qedexeyan û sûcdariya terorê de got, 'Qedexeya li ser PKK'ê Berhemeke Elman e. Qedexeya PKK'ê ya li Elmanyayê biryareke ku di encama helwesteke siyasî de hatiye dayin'. Parêzer Lûkas Theûne jî israra Elmanyayê ya di qedexeya PKK'ê de bi dijberiya li sîstem û rejîmê pênase dike û dibêje, 'Tevgera Azadiyê ya Kurd xwedî xeteke antî-kapîtalîst e. Elmanya ku navendeke girîng a kapîtalîzmê ye, vê yekê li dijî xwe weke metirsiyê dibîne. Ji ber ku PKK dixwaze civakeke alternatîf biafirîne, ji aliyê dewleta Elman ve tê krîmînalîzekirin.

Yên ku PKK'ê ji bo sîstema xwe weke metirsî û gefê dibînin, bi hevkarî 'lîsteya terorê' û qedexeyan ferz dikin. Ev sûcdarî jî ne ji ber çalakiyên tundiyê yên PKK'ê li hemberî van welatan; mîna ku parêzer Lûcas Theûne jî got; ji ber xeta PKK'ê ya antî-kapîtalîst e. Halbûkî li Elmanya, Îngilistan, Fransa, Emerîka, Swêdê, gelek partiyên siyasî yên antî-kapîtalîst hene ku ji PKK'ê bêhtir radîkal in. Û ev rêxistin bi 'terorîzmê' nayên sûcdarkirin, li lîsteyan nayên bicihkirin û bi hêsanî karê xwe dikin."

'ZEXT Û GIRTIN PARÇEYEK JI PLANA MASTER E'

Rojnamevan-nivîskar kuştina Serokwezîrê Swêdê Olof Palme bi bîr xist û got, "Kuştina Palme ya 28'ê Sibata 1986'an bi hewldaneke mezin xistin stuyê gelê Kurd û PKK'ê. Dewleta Swêdê di vê mijarê de 'serketî' bû û piştî bi salan, dema ku eşkere bû ti têkiliya PKK'ê bi vê bûyerê re nîne, Swêdê xwest vê bûyerê daxîne asteke sivik û biçûk a ji rêzê û bi vî rengî ji gunehên xwe rizgar bibe. Halbûkî kuştina Palme destpêka qedexeya li Elmanyayê bû, her wiha malzemeya bingehîn a sûcdarî û qedexeyên li Ewropayê bû. Bi navê Ewropayê, hikumet û îstîxbarata Swêdê ev rol û mîsyon da ser milê xwe.

Li gel polîtîkaya li Elmanyayê, li Fransa û Swêdê dema dawî destgîrkirin, girtin, rawestandina hesabên bankayê û darizandina Kurdan ku ji bo krîmînalîzekirinê ne, parçeyek ji 'Plana Master' in. Elmanya di helwesta xwe ya tund û dijminane ya li dijî PKK'ê û Kurdên li Elmanyayê de israr dike. Bêyî ku xwe bispêre bûyer, hinceteke maqûl, şahid û daneyekê, sûcdariya terorê û qedexekirinê bi xala 129/b a qanûna ceza ferz dike, bi vî rengî bêyî ku delîlekê nîşan bide mirovan sûcdar dike; vê çewtiya hiqûqî û qanûnî bi kêfiyeta ji serdema navîn dewam dike. DYE, Fransa û Swêd bi hevkarî polîtîkaya 'Erê ji Kurdan re, Na ji PKK'ê re' dimeşînin."

'ARMANC JI PLANÊ TASFIYEKIRINA PKK'Ê YE...'

Ferda Çetîn bi bîr xist ku sala 2014'an li Rojava, Kobanê, Şengal û Mexmûrê bi têkoşîna gelê Kurd û gerîlayên PKK'ê ya li dijî DAÎŞ'ê re eleqe ji bo gelê Kurd û PKK'ê çêbû, hatin hezkirin û got, "Hezkirin ne ntenê ji ber wêrekî û serketina di şerde bû. Raya giştî ya cîhanê her ku gerîlayên PKK'ê û jinên Kurd nas kir, sîstema ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn pêşniyar dike fêhm kir, nas kir. Yekane sedema ku Rojava, Şengal û Mexmûr kirine hedefa êrişên dewleta Tirk ev yek e ku ev sîstem weke alternatîfa kapîtalîzmê tê dîtin, nîşan dide ku jiyaneke cuda pêkan e.

Piştî ku DAÎŞ li Iraq û Sûriyeyê hate têkbirin, Neteweyên Yekbûyî, DYE, Îngilistan, Elmanya, Fransa û Swêdê plansaziyeke nû kirin. Ji aliyekî ve bi Kurdan re dest bi hevdîtin û dîplomasiyê kirin, alîkariya mirovî û piştgiriya aboriyê pêşkêş kirin, li aliyê din jî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd ku 40 sal in dewam dike û pêşengên wê kirin hedefa xwe ji bo tasfiye bikin. Tirkiye û PDK jî tevlî vê plana ji bo tasfiyekirina PKK'ê kirin û hin rol dan wan. Lê belê ji ber ku ev plana tasfiyeyê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava di nava gel de nayê qebûlkirin, vê carê hewl dan di nava rêveberî û partiyên siyasî de nakokiyan biafirînin û bi vî rengî yekîtiya gel parçe bikin.

Şêwirmendê Ewlekariyê yê berê yê DYE'yê John Bolton di pirtûka xwe de ya bi navê 'Odeya ku bûyer lê qewimîn' qala karên DYE û Rûsyayê die ku çawa dixwazin Şoreşa Rojava ji cewhera wê dûr bixîne û deforme bikin. Bolton diyar dike ku plana standina tawîzan ji Rojava ya bi zexta Tirkiyeyê û plana tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Bakur û Başûr bi hev re tê meşandin. DYE, Yekîtiya Ewropa, Rûsya, Sûriye û Tirkiye li gel nakokiyên navxweyî, ji destpêkê ve di nava hevkariyeke stratejîk de ne. DYE, Rûsya û Yekîtiya Ewropayê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava pejirandin û destek dan vê dagirkeriyê; bi vî rengî gihîştina hev a kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê yên Kurdan, avabûna Herêma Kurd a Xweser a Rojava asteng kirin."