FEK-BEL’ê 21’mîn Kongreya xwe pêkanî

FEK-BEL’ê 21’mîn Kongreya xwe pêkanî

Federasyona Komeleyen Kurdan ya li Belçîkayê (FEK-BEL) 21’mîn Kongreya xwe ya Giştî pêkanî.

Li bajarê Charleroi yê Belçikayê kongreyê bi tevlîbûna 100 delegeyan û deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Axaftina vekirina kongreyê siyasetmedarê Kurd Silêman Guneylî kir. Guneylî pêşketinên siyasî yên di rojevê de nirxandin.

Guneylî destnîşan kir ku, ew piştgiriyê didin “Pêvajoya çareseriya demokratîk” ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û wiha got: “Di dîrokê de cara yekemîne ku gelê Kurd digehe zanabûna netewa demokratîk, çarparçeyên Kurdistanê tîne gel hev û dikare netewbûnekê bide afirandin. Ev hem di aliyê îdeolojîk, siyasî û rêxistinî de serxist. Cara yekem gelê Kurd li derdora heman serokatiyê, heman îdeolojiyê û heman felsefeyê dibe yek.” Guneylî da zanîn ku, “Di sala 2012’an de şerê gel yê şoreşgerî destpê kir, polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk vale derketin û bi wê şerê şoreşgerî yê gel vîna dewleta Tirk  şikest. Di pêngava sêyem de Serok Apo wiha dibêje, heta ku hebûn, azadî û ewlehiya Kurdan çênebe dê ev şer bidome, ev dê çêbin lê dê bisiyaseta demokratîk çêbibin, tekoşîn didome, PKK derneketiye dervey sînor, tenê gêrîlayan xwevekişandiye, wê demê em dê çibikin, em dê şer bikin, em dê şerê siyasî bikin, li Tirkiyeyê Kurd dê mafê xwe yê netewî bistînin, rêyek din ya vê tuneye.”

Di kongreya FEK-BEL’ê de rapora xebat û aborî ya dema 21’mîn hate xwendin. Piştî dengdana raporê di derbarê xebatên saziyê de dîtin û pêşniyarên nûner û delegeyên komeleyê hatin girtin. Delegeyan anî ziman ku, pêwîste êdî dernek li hemû qadên ku Kurd lê dijîn nûnertiya hêza Kurdan derxîne holê û di hemû şert û mercan de bersivê bide pêwîstiyên Kurdan.”

Piştî ku di kongreyê de kesên ji bo rêveberiya FEK-BEL’ê bûne berendam hatin nasandin, bi hilbijartina rêveberiya nû berdewam kir.

Di encama bikaranîna dengan de, ji bo dema nû yek jê jin 5 kes hatin hilbijartin.