Fehîm Işik: Divê her xwendekarek bibe rojnamevanek
Nivîskar Fehîm Işik li dijî girtina saziyên çapemeniya azad nerazîbûn nîşan da û got; “Tevî hemû zext û zorbetiyan jî em ê nûçeyan çêkin.”
Nivîskar Fehîm Işik li dijî girtina saziyên çapemeniya azad nerazîbûn nîşan da û got; “Tevî hemû zext û zorbetiyan jî em ê nûçeyan çêkin.”
Vê carê jî nerazîbûna li girtina JINHA, DÎHA, Azadiya Welat û bi dehan saziyên çapemeniyê, ji nivîskaran hat. Nivîskar Fehîm Işik destnîşan kir ku Serokkomarê Tirk Tayîp Erdogan ji bo xwe rêyek taybet hilbijartiye û ev rê hem li derve hem jî li hundir çavê wê tarî kirine. Işik diyar kir ku ji bo civak bê agahî bimîne wê yek bi yek saziyên mûxalîf bên girtin û wiha dewam kir; “Dema ev pêvajo dest pê kir, bi hinceta 15’ê Tîrmehê çapemeniya alîgirê cemaatê hat girtin. Bi xirabûna pêvajoya çareseriyê ve jixwe berê xwe dabûn çapemeniya azad. Beriya vê jî Erdogan li ser gelê Kurd zext dikirin. Bi 15’ê Tîrmehê re êdî bi biryarnameyan ve ti wateya hiqûqê nema û destpêkê televîzyon girtin. Bi televîzyonan rastî hê zêdetir berbelav dibûn. Nihya jî weşanên DÎHA, JINHA, Azadiya Welat û Kultur girtin.”
Işik îfade kir ku ev zextên li ser çapemeniyê nîşaneya şerekî mezin e û wiha dewam kir; “Bi rehetî dikarin bêjin ku ji sala 1938’an û vir ve ti carî li ser gelê Tirkiye û Kurd zextên bi vî şêwazî pêk nehatibû. Ev zext û zilm ne dawiya ti tiştî ne. Dixwazin di nav gel de tirsek mezin çêbikin. Yên baweriya xwe bi têkoşînê tîne û xwedî îrade em in, ne zilma wan e.”
‘MEDYAYA ALÎGIR KOLEYÊ FAŞÎZMÊ YE’
Işik li dijî medyaya alîgir nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku ti banga wî ji bo medyaya alîgir nîne û wiha pê de çû; “Ew ne rojnamevan ne televîzyon ne jî rojname ne. Ew koleyên hikumdar in. Koleyên sultan nabin hêviya me, nikarin bibin. Ew tetîkên hikûmetê, Erdogan dikşînin. Ti bangê me ji bo wan nîne. Bila ti kes li wan temaşe nekin, baweriyê pê neke. Divê berxwedanek me li dijî wan jî be. Divê neyên temaşekirin, neyên xwendin. Wan faşîzm danîne pêşiya xwe. Koletiya faşîzmê dikin. Ji bilî vê ti tiştekî din nîne.”
‘EM DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDIN’
Işik destnîşan kir ku wê zext û zilm gelê Kurd û çapemeniya azad bêzar neke û got; “Em dest ji berxwedana xwe, karê xwe bernedin. Li dijî her cure zext û zorbetiyê em ê nûçeyên çêkin. Her xwendekarek rojnamevanek e.”
‘DIVÊ EM MIL BIDIN HEV’
Nivîskar Faîk Bûlût diyar kir ku li gel çapemeniya azad tevahî çapemiya mûxalîf jî tê bêdengkirin, destnîşan kir ku êdî tehamûla wan ji dengê çivîkên mûxalîf re jî nîne. Bûlût bi bîr xist ku desthilatdarî dengê tevahî mûxalîfan qut dike û wiha berdewam kir; “Êdî piştî dengê li dora wan bilind dibe, wê bikevin pêxîra hev. Çapemeniya desthilatdariyê heye, lê ev di nav xwe de bûne du parçe, yek alîgirê Davûtoglû yek jî Erdogan. Bi xayîntiyê hevûdu sûcdar dikin.”
Bûlût ragihand ku divê li dijî zext û girtinan rêxistinbûyin û alternatîfên hê xurtir bên afirandin û wiha berdewam kir; “Li vî welatî her kengî darbe pêk hatin, sepanînên antîdemokratîk ketin meriyetê, wê demê her tim Çepgirên Tirkiye û gelê Kurd li dijî rawestiyan. Divê gel çalakiyên bêîtiatiya sivîl bi rêxistin bike.” Bûlût got “ew her çiqasî hewl bidin dengê me qut bikin, divê em bêjin em hene û dengê xwe rakin” û got; “Divê em bêjin eger hûn me bikujin jî em namirin, dengê me heye.”
Bûlût anî ziman ku li dijî tevahî zextan berxwedan lazim e û herî dawî got; “Sehaya berxwedanê sehayek fireh e. Divê em her kes yek bin, dest bidin hev, mil bidin hev û dengê xwe bikin yek.”