Federasyona Komeleyên Kurd ya li Brîtanyayê rêveberiya xwe hilbijart
Federasyona Komeleyên Kurd ya li Brîtanyayê rêveberiya xwe hilbijart
Federasyona Komeleyên Kurd ya li Brîtanyayê rêveberiya xwe hilbijart
Federasyona Komeleyên Kurd ya Brîtanya (FED-BÎR) ya li paytextê Îngîltre Londonê 13’mîn kongreya xwe ya asayî pêkanî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart.
Kongreya ku 28’ê Nîsana 2013’an roja Yekşemê li Navenda Civaka Kurd hate pêkanîn, Navenda Civaka Kurd, Mala Gel, Navenda Civaka Kurd ya Brighton, Navenda Ciwana ya Ozgur Ronî û Wexfa Jinan ya Roj tevlî bûn.
13’mîn kongre bi deqîqeyek rêzgirtin û hilbijartina dîwanê destpê kir. Piştî dîwan hate hilbijartin li gel rojeva hatî diyarkirin, raporên Rêveberî û Faliyetan ya 2012-2013 yên FED-BÎR’ê hatin xwendin û ji bo dema nû pêşniyar hatin kirin.
Federasyona ku ji sala 2001’an ve faliyetan di meşîne, erkê wê yê herî bingehîn piştgirî dayîna saziyên kurdan yên li Îngîltreye, koordîne kirin û daxwazên siyasî yên gelê Kurd di hemû platforman de anîna zimane.
Biryar hate girtin ku, di serî de gelê Kurd hemû gelên ku ji aliyê hêzên desthilatdar ve zext tê li ser kirin û tê krîmînalîze kirin dê tekoşîna zagonî û siyasî bidin meşandin û dê vê bi kampanyayê cûda ragehînin civaka navnetewî.
Di kongreyê de biryar hate girtin ku, FED-BÎR di qada dîplomatîk de têkiliyên hîn bihêztir ava bike û di dema nû de giraniyê bide xebatên dîplomatîk. Di kongreyê de Dîcle Anter û Estella Schmid ku weke mêvan tevlîbûn mafê axaftinê girtin û diyarkirin ku, pêwîste pêvajo rast were fêmkirin, balkişande ser wê yekê ku, çima û çawa hatin vê noqteyê, her wiha destnîşan kirin ku, piştî vê şevê dê hîn girîngtir be.
Di kongreyê de piştî rexne û rexnedayînê, rapora faliyetan pêşkêşî delegeyan kir. Rexneyên ku hatin kirin jî li ser raporê hatin zêdekirin û hate dengdan, rêveberiyên nû yên navên wan hatin pêşniyarkirin, bi piraniya dengan hatin qebûl kirin.
Rêveberiya nû ya bi piraniya denga hatin hilbijartin evin: Çigdem Karaalîoglû, Ozlem Murray, Eda Fîdan, Ayşegul Erdogan, Meltem Ay, Dr. Îbrahîm Xelîl Yahli, Mark Campbell, Cîhan Aşkin û Ciwan Efrîn.