Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi wesîleya salvegera Qetlîama Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de qala pêvajoya qetlîamê hate kirin û ev tişt hate diyarkirin “Ev koma ku dewletê ew li dijî Elewiyan sor kiribûn, dora otelê digirin.Di nava demeke kurt de bi hezaran kesên faşîst agir bi otelê dixinn. Walî, polîs û leşker û hikumeta wê demê li hemberî vî tiştî bêdeng dimînin.
Destilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ya ku ji feraseta tekparêz hêzê distîne, careke din li ser Elewiyan, Kurdan û hêzên demokrasiyê qetlîam û qirkirinê ferz dikin. Klîkên di nav desthilatdariyê de û serokên mafyayan ji ber bandora berxwedana li hemberî faşîzmê careke din bi hev ketine û li xwe mikur tên ku qetlîam ji aliyê dewleta kûr hatiye kirin û diyar dikin dewlet li hemberî Elewiyan ketiye nav êrîşeke nû.
Ji bo ku em nekevin nav xefqa kesên em kirine dijminê hev, em gel, bîr û baweriyên Mezopotamya û Anadolûyê diyar dikin ku, werin em bibin yek.
Divê em cihêtiyên xwe wekî dewlemendî qebûl bikin, jiyana demokratîk, azad û hevpar ava bikin.”