FEDA: Bi têkoşîna rêxistinî em Çavikên Mûnzirê biparêzin

FEDA'yê got dewleta Tirk dixwaze nirxên Kurdên Elewî û Dersimê tine bike, banga têkoşîna rêxistinî kir.

Federasyona Elewiyên Demokrat (FEDA) derheqê êrîşên li ser Çavikên Mûnzûrê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin hilweşandina Çavikên Mûnzûrê ku pîroziyên Elewîyên Kurd-Qizilbaş in bi navê ''verastkirina derdorê'' didome, hate diyarkirin, ''Netewdewleta nîjatperest sirûşta me pêşkêşî sermiyan û desthilatê dike û di vê de ti sînoran nas neke.'' Her wiha hate gotin Çavikên Mûnzûrê pîrozihyên girîng ên Rêya Heq a baweriya Elewî ye.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate diyarkirin Munzur Bawa, Çavikên Mûnzûrê, Duzgî Bawa pîroziyên xwedî vê baweriyê ne û çawa ku ji dîrokê ve bi van pîrozî û nirxan hatibe lîstin, ''Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê jî bi rengekî sîstematîk bi pîrozî û nirxên me dilîzin, hewl didin ku tine bikin.

Ya ku hişmendiya faşîst dixwaze tine bike, dîroka me, çanda me, zimanê me, nasnameya û nirxên baweriyê yên Rêya Heq in.''

FEDA'yê her wiha got bi kemîn, kamera, sîxûr û torên îstîxbaratê dixwazin ku xeta berxwedanê ya Dersimê bişkînin, Îslamî Tirk-Sinî serwer bikin. FEDA'yê got, ''Dixwazin rê li hilweşîneke wiha vekin ku vegera li ekosîstemê ne pêkan e, Dersim û Kurdistanê ji mirovan vala bikin.''

FEDA'yê herî dawî got bi têkoşîna rêxistinî mirov dikare pêşî li zilmê bigire û bang li hêzên demokrat, Dersimî, Elewî, Kurd û rêxistinên civaka sivîl, ekolojîst, hunermend, rewşenbîr, Pîr, Rêber li dijî vê zilmê rawestin.