FED-KURD'ê li dijî xiyanetê bang kir

FED-KURD'ê ragihand ku malbata Barzanî ji temsîliyeta yekîtiya neteweyî ya Kurd aciz e û bang li gel hate kirin ku li dijî qirkirin û xiyanetê dengê xwe bilind bike.

Federasyona Kurdistaniyan a Azad a li Rojhilatê Elmanyayê (FED-KURD) li ser êrîşa li dijî Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de PDK a ku bi dewleta Tirk re tevdigere hate şermezarkirin û hate gotin, "Ev zîhniyet ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd pêk neyê, li xaka Başûrê Kurdistanê mafê jiyanê jî nade dîplomatên Kurd.

Berpirsyarê êrîşa çekdarî ya li Hewlêrê ya li ser buroya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), PDK û malbata Barzanî ye ku heta niha ti daxuyanî nedane."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi qasî aciziya dewleta Tirk her wiha malbata Barzanî jî ji temsîliyeta yekîtiya neteweyî ya Kurd, ji hebûna kongreya neteweyî aciz e û hate gotin, "Ji ber vê yekê di sedsaliya duyemîn a Lozanê de polîtîkayên înkar, îmha û qirkirinê yên li ser gelê Kurd li Rojava, Şengal, Rojhilat û Bakur dimeşîne. Li gel zêdebûna van êrîşan her wiha hevkariya malbata Barzanî jî zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku li dijî qirkirin, xiyanet û hevkariyê dengê xwe bilind bike."