Faşîstan êrişî xwendekarê Kurd kirin
Faşîstan êrişî xwendekarê Kurd kirin
Faşîstan êrişî xwendekarê Kurd kirin
Li Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzliyê, xwendekarekî Kurd li êrişa komeke faşîst rast hat. Xwendekarê Kurd ku lêdanek giran xwar li gel polêsan gilî kir, lê polêsan jê re gotin "Em nikarin jiyana te ewle bikin."
Li Zanîngeha Pamûkkaleyê ya Denizliyê, ku berê jî bi êriş û zexta polês û komên faşîst ên li dijî xwendekarên Kurd diket rojevê, careke din xwe nîşan da. Vê carê, xwendekarê Kurd Kenan Ç. roja 4'ê Gulanê li odeya xwe ya li Mala Dibistana Bilind a Pişeyî ya Bekîllî, gava di xew debû, li êrişa komeke faşîst a ji pênc kesan rast hat.
Li gorî agahiyên ji hevalên Kenan Ç. ên xwendekar hat girtin, komeke faşîst a ji 5 kesan bi şev saet di 2.30'an de ketine odeya Kenan Ç. ê ji Agiriyê, ew ji xew rakirine û bi dijwarî lê dane.
Hat ragihandin, ku piştî bûyerê xwendekarên Kurd ên li heman avahiyê bi bûyerê hesiyane û Kenan Ç. rakirine nexweşxaneyê.
Hat hînbûn ku ji ber lêdanê, çavê çepê yê xwendekar Kenan Ç. baş nabîne.
POLÊSAN DEST DANÎN SER RAPORA LÊDANÊ"
Hevalên xwendekar ên Kenan Ç. dan xuyakirin, ku rapora nexweşxaneyê ji bo Kenan Ç. amade kiriye ji aliyê polêsan ve hatiye desteserkirin.
Xwendekaran li ser bûyerê gilî kirin, lê polêsan ji wan re gotin "Em nikarin tiştekî bikin, em nikarin jiyana we ewle bikin."
Xwendekaran destnîşan kirin, ku ev helwesta polêsan hêzê dide komên faşîst ên sivîl û diyar kirin, ku ewlekariya jiyanê ya xwendekarên Kurd ên li Zanîngeha Pamûkkaleya Denîzliyê dixwînin, nîne.