Fahrettin Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket

Fahrettin Ozhan di Girtîgeha Girtî ya Hejmara 1 a Amedê de dima, piştî 30 salan ji girtîgehê derket.

Fahrettin Ozhan (57) ê di Girtîgeha Girtî ya Hejmara 1 a Amedê de dima, piştî 30 salan ji girtîgehêd erket. Ozhan ê di sala 1994'an de li Stenbolê hat girtin û Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebedê lê birîbû, bi dorê li Bayrampaşa, Ümraniye, Bûrsa, Bolû û Amedê di girtîgehê de mabû. 

Malbata Ozhan, MED TÛHAD-FED, TÛAY-DER, rêxistinên DEM Partî û DBP'ê yên Sêrtê û navçeyan û Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş Ozhan li ber girtîgehê pêşwazî kirin. 

Ozhan ê bi çepik û tilîlîyan hat pêşwazîkirin got: “Ez derketim lê hevalên me hîna di girtîgehê de ne, lê em ê rojeke werin û wan jî bigirin.”