Êzidiyên ku li pêşiya Parlementoya Ewropayê ya li Brukselê kom bûn, êrîşên çeteyên ser bi PDK’ê ve protestokirin. Serokê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Îgrek got: “Çekên ku hatine dayîna PDK’ê li dijî Êzidiyan hatine bikaranîn.”
ANF
BRÛKSEL
în, 10 adarê 2017, 15:15
Protestokirina êrîşa koma çete ya bi ser PDK’ê ve ku 3’ê Adarê li ser Şengalê hate kirin ji aliyê Êzidiyên li Ewropayê dijîn ve dewam dikin. Êzidiyên ku îro li pêşiya avahiya Parlementoya Ewropa ya li paytexta Belçîka Brukselê kom bûn, êrîşa çeteyên bi ser PDK’ê ya li Şengalê protestokirin. Êzidiyan li dijî hevkariya AKP-PDK’ê dirûşim qîr kirin, diyar kirin ku welatên YE’yê çekên ku dane ji bo li dijî DAIŞ’ê bikar bînin li dijî civaka Êzidî bi kar tîne û divê bi demildest dawî li vê yekê bînin.
‘EW ÇEK LI DIJÎ ÊZIDIYAN HATE BIKARANÎN’
Serokê Meclîsa Dîaspora ya Şengalê Fikret Îgrek ê ku li vir daxuyaniyek da, diyar kir ku di sala 2014’an de PDK’ê îxanet li civaka Êzidî kir û got: “Wê rojê Barzanî bi hêzekî 10 hezar pêşmerge ve reviyan. Piştî fermanê Êzidî ji bo ku xwe bi parêzin hêza YBŞ û YJŞ ava kirin. Van hêzan li dijî DAIŞ’ê şerekî pir mezin kirin, gelek herêmên Şengalê ji çeteyan paqij kirin. Îro bi hevkariya AKP û PDK’ê dixwazin fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatiye kirin dubare bikin. Dixwazin li Şengalê Êzidiyan qetil bikin.”
‘DIVÊ WELATÊN YE’YÊ ÊZIDIYAN BINASE’
Îgrek, çekên Elmanya ku ji bo li dijî DAIŞ’ê têkoşîn bikin dabûn PDK’ê li dijî Şengalê hatiye bikaranîn bibîr xist û wiha got: “Elmanya endamê YE’yê ye. Elmanya ji bo li dijî DAIŞ’ê têkoşîn bike çek dane, ne ji bo li ser Êzidiyan bi kar bîne dane PDK’ê. Banga me ji bo YE’yê û Elmanya li dijî van hêzna derbikevin û bi taybet YE’yê girêdayî biryara ku 27’ê Cotmeh 2016’an li ser Şengalê dabûn bin. Em daxwaz dikin ku hêzên YBŞ û YJŞ’ê yên ku parastina Şengalê dikin weke hêza Şengalê binasin. Em daxwaz dikin ku ji bo ev çete ji Şengalê derkevin bikevin nava hewldanan. Divê gerantiya wê bê dayîn ku gelê me yên li wir bi awayekî azad bijîn. Dubare êrîşa ku hatiye kirin şermezar dikin, daxwaz dikin ku YE’yê daxwazên me bipejirîne. Daxwaz dikin ku heyîna Êzidiyan binasin û azadiya wan qebûl bikin.”
Di çalakiyê de dirûşmên li dijî AKP’ê û PDK’ê hatin qîrkirin. Her wiha belavokên bi zimanê Înglîzî û Fransî jî hatin belavkirin.