Ev saleke rojnamevanên Kurd dîl tên girtin. ‘delîlên’ dewletê jî hevdîtinên ku bi rojnamevana bi hunermend Aram Tîgram, Wezîrê Berê Salim Ensarîoglû, dadgerê teqawit Orhan Gazî Ertekîn, akademîsyen Rifat Balî, Zeynep Gambettî, Nazan Ustundag, parêzer Ercan Kana jî di nav de bi dehan kesan re kirine û nûçe çêkirine pêktê.
Salek li ser operasyonên qirkirina siyasî ya çapemeniya Kurd hatiye hedefgirtin derbaz bû. Di 20’ê Kanûna 2011’an li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Wan, Amed û li gelek bajaran di ser mal û buroyan de girtin û 49 rojnamevan binçavkirin.
Ji rojnamevanên Ozgur Gundem, DÎHA, Azadiya Welat, ANF, Demokratîk Modernîte û Belavkariya Firatê dixebitin 36 jê girtin. Doza ku di derbarê 40 kesan de hatiye vekirin û 10’ê Îlona 2012’an destpêkiriye li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê pêktê. Di du rûniştinên heya niha de tenê 4 rojnamevan serbest hatine berdan. 32 rojnamevan jî ev saleke dîl tên girtin.
‘ÇALAKIYA’ ROJNAMEVAN ÇÊKIRINA NÛÇEYA NE
Di îdîanameya ku ev saleke rojnamevan xistine di zindanê de weke delîl “rêvebertiya rêxistinê, endamtiya rêxistinê” nîşan didin, tenê ‘çalakiyên’ rojnamevana ji nûçeyên ku çêkirine pêktê.
Nûçeyên ku hatine hilbijartin, pir zelal xuya dike, ji ber ku têkildarî pirsgirêka Kurd rastî derxistine holê têne darezandin.
Nûçeya bi sernûçeya ku “4 demjimêrên krîtîk yên li Îmraliyê” edîtorê DÎHA’yê Ramazan Pekgoz 2’ê Mijdara 2011’an nivîsandibû yek ji ‘delîl’ane. Pekgoz behsa pişt pêvajoya ku PKK’ê wê demê biryara dirêj kirina agirbestê kiribû dikir. Spota nûçeyê wiha ye: Li pişt biryara dirêjkirina agirbestê ya li Qendîlê hevdîtinên li Îmraliyê derketin. Du caran dewletê bi Ocalan re hevdîtin pêkanî. Hevdîtina destpêkê 3 demjimêr 15 deqîqeyan dom kir. Hevdîtina duwem jî 45 deqîqeyan. Ocalan ji rêxistinê re name şand. Di heman rojê de agirbest hate dirêj kirin.
Nûçeya ku Nevîr Erdemîr di malpera înternetê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya 16’ê Mijdara 2011’an de weşandî têkildarî pirsgirêka Kurde. Di nûçeya bi sernûçeya “AKP agirbestê dixwaze lê belê pêwîste şert û merc hebin” nirxandinên Hevserokê BDP’ê Demîrtaş cih digirin.
BI WEZÎRÊ BERÊ Û PARLEMENTERAN RE HEVDÎTIN SÛÇE
Lêgerîna malbatan ya edaletê jî delîlên ji endamtiya rêxistinê ya rojnamevanin. Nûçeya Nûnerê DÎHA’a yê Enqereyê Kenan Kirkaya ku beriya hefteyekê bê girtin ya “Lêgerîna malbatan ya edaletê ya 2 hezar kîlometre” di îdîanameyê de cih digire. Di nûçeyê de tê diyarkirin ku, li Geliyê Tiyarê ji ber ku zarokên wan bi çekên kîmyawî hatine kuştin, malbat nikarin cenazeyan nas bikin, 2 hezar kîlometreyan rê hatin û çareya dawî gihiştin Enqereyê.
Nûçeyên Kirkaya yên bi wezîrê berê Salim Ensarîoglû, Serokê Komeleya Dadgerên Demokrat Orhan Gazî Ertekîn, sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, parlementerê berê yê serbixwe Ufuk Uras û Parlementerê berê yê ANAP’ê Abdulbakî Erdogmuş re jî weke ‘delîl’ hatine nîşandan.
LORÎNA PIŞTÎ DAYÎKA DI ERDHEJÊ DE MIR SÛÇE
Mijara nûçeya nûçegihanê DÎHA’yê Omer Çelîk ya ku ji endamtiya rêxistinê weke ‘delîl’ hatiye nîşandan jî trajîke. Di nûçeya bi sernûçeya “Çima nekesek din tu? ya 2’ê Kanûna 2011’an ya DÎHA’yê ku li ser keça Endama Meclîsa Şaredariya Erdîşê Melek Butun, Bêrîvan ku di encama erdheja li Wanê de li Erdîşê di bin xirabeya kuafora vekirî de mabû û jiyana xwe ji dest dabû, cih digire.
JI BER KU LI SER OPERASYONA LI DIJÎ PARÊZERAN NIVÎSAND HATE HEDEF GIRTIN
Pir aşkeraye ku nûçegihanê DÎHA’yê Çagdaş Kaplan nûçeya piştî operasyona li ser çapemeniyê “Operasyona ‘KCK’ yê Parêzeran” çêkir, hedef hate girtin. Di îdîanameyê de nûçeyên Kaplan yên têkildarî operasyonê yên “Kanar: Gelo dewletê kemîn li parêzeran danî?”, “Ji parêzerên girtî bo dadgehê: Bê exlaqî û bê wijdaniyê nekin” cih digirin.
Hevdîtina nûçegihanê DÎHA’yê Ertuş Bozkurt ya bi Hunermend Aram Tîgran re ku piştî bi salan hate Amedê jî weke delîl hatiye nîşandan. Di hevdîtina navborî de DÎHA’yê gotibû, “Aram Tîgran: Amed ji bo min wek xewnekê ye, min ji wê re xelatek anî.”
Têkildarî Bozkurt di nava delîlan de nûçeyek din ya balkêş heye, nûçeya Koordînatorê PKK’ê yê DYA’yê orgeneralê teqawit Joseph Ralston ku sala 2007’an di meha Çileyê de serdana Mexmûrê kir jî heye.
Hevdîtinên ku rojnamevan Îsmaîl Yildiz yên bi akademîsyen Rifat Balî û yên Zeynep Kuray bi parêzer Ercan Kana û parlementer Sirri Sureyya Onder re kirîn, ji malpera înternetê ya ANF’ê hatine girtin û di îdîanameyê de weke delîl hatine bikaranîn.