'Ev berpirsyarî ne tenê ya HDP'iyan e, ya her beşên civakê ye'

Wekîlên HDP'ê Dilşad Cambaz û Huda Kaya bêdengiya muxalefetê ya li pêşberî zilma desthilatdariyê rexne kirin û gotin, ev berpirsyarî ne tenê ya HDP'iyan e, berpirsyarî ya her beşên civakê ye.

Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Dilşad Cambaz û Huda Kaya têkildarî girtina wekîlê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku bi êşkenceyê hate girtin, ji ANF'ê re axivîn.

Parlamenter Dilşad Cambaz diyar kir ku êrişên vê demê li dijî wekîlan tên kirin êrişa li dijî muxalîfan e û anî ziman ku AKP hewl dide çavê civakê bitirsîne û mafê hilbijartinê desteser bike. Cambaz got, "Ji xwe li holê meclîs nîne. Meclîs ji holê rakirine. Em li welatekî ne ku hiqûq lê nîne û ev yek bi temamî hewldanek ji bo çavtirsandinê ye. Çavtirsandina Kurdan, Elewiyan, jinan, kedkaran e. Ev êrişa li dijî wekîlekî hilbijartî hewldanek ji bo çavtirsandina mirovên li Tirkiyeyê hemûyan e. Divê bi vî rengî bê dîtin. Feraseta şexsekî û faşîzmê anîn û pêşkêşî gelan hemûyan kirin.

Partiyên muxalîf ên ku li hemberî êrişa li dijî HDP'ê û Gergerlîoglû hatiye kirin nerazîbûnek xurt nîşan nedane, divê zanibin ku ev êriş ne tenê li dijî me ye. Sala 2016'an hevserokên me, wekîlên me, hevşaredarên me hatin girtin, hemû careke din bêdeng bûn. Ev êriş ne tenê li dijî HDP'ê ye. Êriş li dijî her kesên ku bêdeng bimîne jî tê kirin. Faşîzm cihêkariyê nake. Destpêkê êrişî Kurdan kir û binerin êrişî Zanîngeha Bogazîçiyê, jinan û her kesî dike. Eger em bi hev re tevbigerin, dengê xwe bilind bikin, em ê karibin hîn bi xurtî li ber wan rabin. Bêhiqûqiya ku îro li me tê kiri dibe ku sibe li partiyeke din bê kirin. Êdî li vî welatî faşîzm bi heman rengî nêzî her kesî dibe."

Huda Kaya jî ragihand ku AKP timî li ser Kurdan, li ser muxalîfan senaryo hildiberîne, hedefê berevajî dike û got, "Ya ku dilê min diêşîne bêguman bêdengî ye." Kaya destnîşan kir ku di serî de CHP bêdengiya muxalîfan nayê qebûlkirin û anî ziman ku yên meşa edaletê kirin nesamîmî bûn.

Kaya ev pirs kir, "Bi hezaran mirov, siyasetmedar, rojnamevan, akademîsyenên bi rê ketin li ku ne? Ew mirov li ku ne? Gelo divê em tenê li dijî vî zimanê tundiyê têbikoşin?"

Kaya diyar kir ku Gergerlîoglû nobeda edaletê ne tenê ji bo HDP'ê û hilbijêrên wan dike û got, "Bi telefonên dizî û veşartî nikarin xwe ji binê vê berpirsyariya dîrokî rizgar bikin. Lewma eger Îro neaxive wê kengî biaxive? Ji vê saetê û pê ve wê nikaribin li rûyê Kurdan binerin. Divê li dijî êrişên siyasî em berxwedana xwe dewam bikin. Ev ne nû ye wê nebe ya dawî jî. Divê bi vî rengî bê dîtin. Gergerlîoglû hefteyeke girtî ye, wekîlên me yên din bi salan e girtî ne. Ev berpirsyarî ne tenê ya HDP'iyan e, ya hemû beşên civakê ye."