ETUC'ê ji bo Kobanê bang kir
ETUC'ê ji bo Kobanê bang kir
ETUC'ê ji bo Kobanê bang kir
ETUC'ê bi daxuayniyekê, êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kir û bang li her kesî kir ku destekê bide berxwedana Kobanê.
Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê (ETUC) der barê berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. ETUC da xuyakirin ku li gel Kobanê ew ji qewimînên li herêmên din ên Sûriye û Iraqê bi fikar in û got, "Sendîka piştrast dike ku Komîsyona Ewropa di mijara bicihanîna alîkariyeke însanî de di nava hewldanekê de ye. Lê belê zêdebûna mirinan û dewamiya krîzê nîşan didin ku divê hîn bêtir destek, bi taybetî jî di warê tenduristiyê de alîkarî bê dayîn."
ETUC'ê ragihand ku ew ê li gel Konfederasyona Sendîkayên Navneteweyî (ITUC) ji bo tedarikkirina pêwîstiyên bingehîn ên penaberan tevbigerin û got, "Ji bo ewlekirina mafên bingehîn ên penaberan, timî tedbîr tên girtin. ETUC destnîşan dike ku piştgiriyê dide kedkarên di şert û mercên herî zehmet û xetere de li refên herî pêş, li hemberî krîza însanî û şîdetê wezîfeyê dikin. Girîng e ji mafên sendîkayî yên van kedkarên destekê dindin û alîkariyê pêşkêş dikin re hurmet bê nîşandan. ETUC bang li civaka navneteweyî û Tirkiye jî di nav de bang li tevahiya dewletên Ewropayê dike ku li gel Neteweyên Yekbûyî, ji bo pêşîgirtina li qetilkirina gelên li Sûriye û Iraqê bigire, tavilê bikevin nava tevgerê. Her alî neçar e tevkariyê li bicihkirina aştî û aramiya li herêmê bikin."