Esad: Erdogan, DAIŞ û El Qaîde xwedî heman 'doktrîna terorîst' in

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad diyar kir, DAIŞ, El Qaîde û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan xwedî heman 'doktrîna terorîst' in.

Serokdewletê Sûriyeyê ji Ajansa Nûçeyan a Belarûsê (ONT) re axivî û got, "Ya rast, nabe ku em van hemû koman ji hev cihê bikin. DAIŞ û El Nûsra xwedî heman îdeolojiya vahhabîst û heman doktrîna terorîst in."

Esad wiha dewam kir: "DAIŞ, EL Nûsra û Erdogan ê ku girêdayî Biratiya Misilman e, her wiha Siûdî û El Tanî (emîr) ê Qatarê jî pitşgiriyê didin heman doktrînê."

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad got, "Aliyekî hevpar ê van hemû koman heye. Ev hevparî jî îdeolojiya vahhabîst a tund e. Û hemû jî amûrên di destê DYA de ne."

Esad beriya niha jî diyar kiribû, ku Erdogan sempatîzanê Biratiya Misilman e û li Sûriyeyê pêşî li mezinbûna DAIŞ'ê û El Nûsra vekiriye.