Erzîncan: Divê jin hîn bêhtir têbikoşin

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku jin ji bo felsefeya azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav bike divê ji her kesî bêhtir bixebitin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan beşdarî bernameya Xwebûnê ya JIN TV bû û bersiv da pirsên Arjîn Baysal.

Besê Erzîncan qala têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê kir û got, "Nêzîkatiya Rêber Apo ya li jinê, hîn ji roja destpêkê ve gelekî bi wêrekî bû. Li cihekî weke Rojhilata Navîn ku di mijara jinê de gelekî dogmatîk û xwedî nêzîkatiyên paşverû ye, bêhn li jinê hatiye çikandin. Piştî Îslamiyetê jî bi navê Îslamiyetê gelekî zext li jinê hate kirin. Bi taybetî li jinên Kurd. Dema ku mirov jineke ji gelekî bênasname be hingî mêtingerî û tunehesibandin bi du qatî giran dibe. Jin mîna bindesta bindestan bû. Rêber Apo di nava civakeke bi vî rengî de bi wêrekî dest bi têkoşîna azadiya jinê kir.

Girîng e ku têkoşîna rizgariya neteweyî bê meşandin. Pêwîstiya gelê Kurd bi rizgariya neteweyî hebû, lê belê pirsa ku wê ev rizgarkirin çawa bibe, girîng bû. Li welatekî azad, kolemayina jinê bêguman têkoşîneke rast a azadiyê nebû. Rêber Apo timî dipirsî eger Kurdistan wê azad bibe ev yek wê çawa bibe. Ji bo vê jî analîza 'Divê çawa bê jiyîn' destnîşan kir. Armanca bingehîn a Rêber Apo avakirina alternatîfa sîstemê bû. Nêzîkatiya Rêber Apo ji tevgerên şoreşger ên din gelekî bêhtir radîkal bû. Rêber Apo got, 'Şoreşa me şoreşa jinê ye'.

PKK'ê hîn ji roja destpêkê ve têkoşîna xwe li ser feraseta azadiya jinê meşand, lewma jî civaka ku dixwest ava bike li ser bingeha paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê perwerde kir. Kadroyên vê yekê afirand. Eger rêxistiniyeke te tune be tu nikare şoreşê bike. Rêber Apo ji bo vê jî rêxistiniya xweser a jinê ava kir."

Besê Erzîncan got, "Rêber Apo timî dibêje 'yên ku divê min herî zêde fêhm bikin û bi cih bînin, jin in'. Vê dibêje, ji ber ku zane ku daxwaza azadiyê ya bi hezaran salî bi jinê re heye. Ev yek jinan bêhtir têkoşer dike. Tola hezaran salî heye ku jin wê ji vê sîstemê hilînin. Ji ber vê yekê jî divê herî zêde jin felsefeya azadiyê ya Rêber Apo belav bikin û ji bo vê têbikoşin. Em jin divê xwe li ber paradîgmaya Rêber Apo perwerde bikin û vê paradîgmayê li nava mirovahiyê belav bikin. Ji her kesî bêhtir ev yek wezîfeya me ye."

Di dawiya axaftina xwe de Besê Erzîncan got, "Hezkirina Rêber Apo hezkirina Kurdistanê û civakê ye. Hezkirina Rêber Apo mirovan azad dike. Dibe ku hinek di vê mijarê de me rexne dikin, lê belê heqîqet ev e. Felsefeya Rêber Apo ji bo tevahiya mirovahiyê ye."