Ermenîstan penaberan li 'Kurdistana Sor' bicih dike

Ermenîstan penaberan li 'Kurdistana Sor' bicih dike

Ermenîstan, penaberên Ermenî yên ji Sûriyê hatin, li herêma ku weke Karabag a Jorîn û Kurdistana Sor tê naskirin, bicih dike. Nûnerê Azerbaycanê yê li Neteweyên Yekbûyî li dijî vê rewşê derket û diyar kir ku ev yek dikare rê li ber krîzeke nû veke.

Nûnerê Azerbaycanê yê li Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê diyar kir ku Ermenîstanê penaberên Ermenî yên ji Sûriyê li herêma Karabagê bicih kiriye û îdîa kir ku ev yek di navbrea her du welatan de dest bi pêvajoyeke nû ya xetere vekiriye.

Ermeniyên ku li Sûriyê bi giranî li Heleb, Lazkiye, Kesab, Qamişlo, Şam û Hûmûsê dijîn, bi giranbûna şerê navxweyî re neçar man dest bi koça ber bi Ermenîstanê ve bikin. Yên beriya niha hatibûn, ji bo demeke borî li Êrîwanê hatin bicihkirin. Hikûmeta Ermenî û Wezareta Dîasporayê, hewl didan wargehên nû û bernameyên pererdeyê bicih bînin.

Nûnerê Azerbaycanê yê li Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin ku li gorî agahiyên zelal ên di destê wan de, rêveberiya Ermenîstanê Ermeniyên ji Sûriyê li herêma Karabag a navbera her du welatan de qadeke bi pirsgirêk e, bicih kiriye û vê yekê rê li ber zêdebûna tengezariya navbera her du welatan de vekiriye.

Ji aliyê din ve her çend rayedarên Ermenîstanê dan xuyakirin ku wan nêzî 10 hezar Ermeniyên ji Sûriyê weke penaber qebûl kirine jî, tê texmînkirin ku hejmara rastîn gelekî zêdeyî vê ye.

Beşek ji Karabaga Jorîn a sedema krîza navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ye, weke Kurdistana Sor tê naskirin. Ev herêm ji beşeke wargehên dîrokî yên Kurdan Laçîn, Kelbecer, Kûbatli, Zengîlan, Cebraîl û Zengezûrê pêk tê. Kurd ji van wargehan hatibûn koçberkirin.