Êrîşkarê Tirk siyasetmedarê Belçîkayê kêr kir

Li bajarê Lîege yê Belçîkayê, êrîşkarekî Tirk bi kêrê siyasetmedarekî Belçîkayî birîndar kir.

Li bajarê Lîege di dema aktivîteyên 1’ê Gulanê de bi kêrê êrîş li ser Berdevkê Partiya Kedê ya Belçîka (ETB) û Parlemeterê Federal Raoûl Hedeboûw hate kirin. Hat diyarkirink u Hedeboûw ji lingê xwe birîndar bûye û ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.

Çapemeniya Belçîkayê diyar kir ku êrîşkar Tirk e û ji bo îfade yê jî pêwîstî bi wergêrekê heye nivîsandiye.

Hat diyarkirin ku beriya niha agahiyên sabiqa yên êrîşkar li gel polîsan heye.